HRW’ê hûsî tawanbar kirin

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) koma Ensarallah El Hûsî ya Yemenê bi girtina sivîlan û kiryarên xeternak tawanbar kir. Rêxistina Human Rights Watch bi daxuyaniyekê diyar kir ku 16 bûyerên ku hûsî sivîl bi awayekî neqanûnî girtine da ku xizmên wan di berdêla wan de pere bidin an jî li şûna wan girtiyên wan ên di destên hêzên dijber berdêl bikin, hatine tespîtkirin.

Rêxistinê da zanîn ku berpirsên hûsiyan gelekî îşkence li girtiyan dikin. Di daxuyaniya Human Rights Watch de wiha hate gotin: “Divê hêzên hûsiyan, girtiyan berdin û bi awayekî cidî berpirsên hûsiyan li ser îşkenceya ku tê kirin bisekinin û destwerdanê bikin, ji ber ku girtina sivîlan dibe sûcê şer.” Di heman demê de rêxistinê da zanîn ku ew li bendê ne ku Meclisa Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan destwerdanê li vê rewşê bike. SANA

Dikarî Biecibînî