Gelê katalan di serxwebûnê de bi israre

Di salvegera yekemîn a referanduma serxwebûna ya Katalonyayê de bi sedhezaran welatî daketin qadan. Di çalakiyan de bang li serok û hikûmeta Katalonyayê hat kirin li hemberî dewleta spanî serî netewînin û di serxwebûnê de bi israr bin

Di 1’ê cotmeha 2017’an de gelê katalan ji bo serxwebûnê referandum pêk anî bû. Tevî hemû astengiyên rêveberiya Spanyayê jî ji zêdetirî ji sedê 90 dengdêran serxwebûna Katalonyayê erê kiribû. Li ser vê yekê jî rêveberiya Madrîdê ku îradeya gelê katalan nas nekir, bi ragihandina serxwebûnê re rêveberiya xweser betal kiribû.

Piştî van bûyeran jî hilbijartina pêşwext hatibû kirin û di encamê de alîgirên serxwebûnê li Parlamentoya Katalonyayê serdest bûbûn. Di serî de serokê herêmê yê berê Carles Pûîgdemont, gelek siyasetmedar neçar mabûn ku berê xwe bidin sirgûnê.

Bi sedhezaran kes daket qadê

Di salvegera yekemîn a referandûma serxwebûnê de bi tevlêbûna sedhezaran welatiyan, çalakiyeke mezin hat lidarxistin. Çalakvanan di xwepêşandanê de ji serokê Hherêmê yê nû Quîm Torra û hikumetê xwest ku ji biryardariya serxwebûnê venegerin. Duh di nava rojê de li Geronayê çalakî hat lidarxistin. Danê êvarê jî li paytexta Barcelonayê bi sed hezaran kes daketin qadan.

Gel ji hikûmetê sekneke bi biryar xwest

Çalakî bi dirûşmên ‘Gel fermanê dide; hikumet li gorî wê tevnagere’ û ‘Ya bes serê xwe li ber dewleta Spanî bitewînin, ya jî îstifa bikin’ berz kirin. Di dema xwepêşandanan de komên alîgirên serxwebûnê ku bi navê Komîteyên Parastina Komarê (CDR) xwe birêxistin kirine, gelek rêyên sereke li trafîkê girtin. Li gelek deveran di navbera polîsan û endamên CDR’ê de şer derket.

Hikumeta Spanyayê, referandûma serxwebûnê ku kete sala xwe ya yekemîn, weke ‘çalakiyeke îllegal a ku encama xwe ya hiqûqî nîne’ bi nav kir. BARCELONA

Dikarî Biecibînî