Hejmara kesên li Endonezyayê mirîn gihîşt hezar û 234 kesan

Bîlançoya erdhej û tsûnamiya li Girava Sûlawesî ya Endonezyayê her ku diçe giran dibe. Têkildarî mijarê berdevkê  berdevkê Saziya Destwerdana Rewşên Lezgîn a Endonezyayê Sutopo Purwo Nugroho da zanîn ku hejmara welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane gihaştiye hezar û 234 kesan

Hejmara welatiyên ku di erdhej û tsûnamiya ku di roja înê de li Girava Sûlawesî ya Endonezyayê  de jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 234 kesan. Têkildarî mijarê berdevkê Saziya Destwerdana Rewşên Lezgîn a Endonezyayê Sutopo Nugroho daxuyaniyek weşand û da zanîn ku hejmara kesên di erdheja û tsûnamiyê de jiyana xwe ji dest dane zêde bûye.

Di daxuyaniyê de Sutopo Purwo Nugroho anî ziman ku li gorî saeta herêmî saet 13:00’an de bîlançoya dawî ya qurbaniyên erdhej û tsûnamiyê gihaştiye 1,234 kesan. Di daxuyaniya berê de jî hejmara welatiyên ku di karesatê de jiyana xwe ji dest dane weke 844 kes hatibûn ragihandin.

Erdhejê rê li ber tsûnamiyê vekir

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Girava Sûlawesî yek ji mezintirîn giravanên li Endonezyayê ye. Di roja înê de 2 erdhej pêk hatin û ji van erdhejan yek jê bi pileya 7.5 bû. Ji ber bandora erdhejê jî tsûnamiya ku pêlên wê 6 metre pêk hat. Erdhej û tsûnamiyê li Girava Sûlawesiyê rê li ber karesatekî mezin vekir. Ji bo pêşîlêgirtina nexweşiyan, cenazeyên welatiyan bi komî hatin veşartin.

Banga alîkariyê

Her wiha Rêxistina Xaça Sor jî bi daxuyaniyekê rewşa li Endonezyayê weke trajedî pênase kir û banga alîkariyê kir. Her wiha Buroya Koordînasyona Karê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku pêdivî bi alîkariya lezgîn a ji bo 129 hezar mirovan heye. CAKARTA

Dikarî Biecibînî