Êşa erdheja Sûlawesiyê zêde dibe

Hejmara qurbaniyên erdhej û tsunamiya li girava Sûlawesî ya Endonezyayê gihaşt derdora 2 hezarî. Reyadarên herêmî yên Endonezyayê ragihandin ku di encama erdhej û tsunamiyê de ku hefteya borî li girava Sûlawesî ya Endonezyayê çêbûye, hejmara qurbaniyan gihaşt derdora 2 hezarî.

Guman heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Berdevkê artêşa Endonezyayê Mihemed Tohîr got ku heta niha hezar û 948 cenaze li bajarê Balo û derdora wê hatine dîtin. Tohîr ji AFP’ê re ragihandin ku ev hejmar dibe ku zêdetir bibe, ji ber ku hîna lêgerîna li cenazeyan nedane rawestandin. Reyadar ditirsin ku 5 hezar kesên windayî dibe ku di bin bermahiyên erdhejê de bin. CAKARTA

Dikarî Biecibînî