Gelo Partiya Çep dê hevsengiyê biguherîne?

Li Eyaleta Bayern a Almanyayê îro hilbijartin tê kirin. CSU ev 60 sal e bi tena serê xwe Eyaletê bi rê ve dibe û îhtimalek mezin wê dîsa bi ser bikeve, dibe ku Partiya Çep jî benda ji sedî 5 derbas bike.

Li Eyaleta Bayernê Partiya Yekitiya Xirîstiyanên Sosyal (CSU) ku birayê partiya Yekitiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) ya Serokwezîr Merkel e, ev 60 sal in desthilatdar e. CSU ya ku li eyaleta Bayernê bi rêxistinkirî ye ji bo wan rojeke gelek girîng e.

Îhtimalek mezin e ku dîsa partiya muhafazakar bi tena serê xwe bibe desthilatdar. Li gorî anketên dawî partiya CSU ku di hilbijartinên 2013’an de ji sedî 47 deng wergirtibû, wê di van hilbijartinan de rêjeya dengê wan ji sedî 34’an derbas neke. Tê diyarkirin ku gotinên nijadperest ên lîderê CSU’yê Horst Seehoger ku di hikûmeta Merkel de Wezîrê Karê Navxweyî ye dengên partiyê kêm kiriye. CSU jî di mîtîngên hilbijartinan de li cihê serokwezîr Merkel serokwezîrê Avûstûrya Sebastîan Kûrz vexwendibû mîtîngan.

Li gorî anketa televîzyona ZDF partiya surpîz a hilbijartinan Partiya Keskan e. Tê payîn ku rêjeya dengê Keskan ji sedî 8 bibe ji sedî 19. Di heman demê de partiya Ji bo Almanya Altertatîf (AFD) ku partiyek zêde rastgir e ji sedî 10 deng bistîne û beşdarî meclisa li Bayernê bibe.

Dê Partiya Çep bendê derbas bike gelo? Li Bayernê çavê hemû kesan li Partiya Çep e. Tê gotin ku dê Partiya Çep ku rêjeya dengê wê berê ji sedî 2 bû vê carê ji sedî 5’ê dengan bistîne û benda hilbijartinê derbas bike û beşdarî meclisê bibe. MUNCHEN

Dikarî Biecibînî