Çalakiya ‘Em pergalê biguherînin ne avhewayê’

Li gelemperiya Fransayê ji bo avhewayê 80 meş û xwepêşandan hatin organîzekirin. Meşa li Parîsê bi beşdariya 14 hezar û 500 kesî pêk hat. Çalakî bi dirûşma “Hîn ne dereng e” pêk hat. Ne tenê li Fransayê, li Swîsre, Luksembûrg û Belçîkayê jî çalakî hatin lidarxistin.

Li gelemperiya Fransayê 80 meş hatin organîzekirin û bi dehhezaran kes tev li çalakiyan bûn. Meşa li Parîsê bi beşdariya 14 hezar û 500 kesî pêk hat. Li bajarên Marsîlya, Bordeaûx, Strasboûrg, Rennes, Lîlle, Grenoble, Lyon û Reîmsê jî bi hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan. Çalakgeran diyar kir ku tedbîrên biçûk ên ji aliyê desthilatdaran ve tên wergirtin têr nakin û gotin, divê pergala were guhertin. Meş ji aliyê welatiyan, komele û partiyên siyasî ve hatin organîzekirin. Li Parîsê di meşê de pankarta bi nivîsa “Em pergalê biguherînin, ne avhewayê” hate vekirin. Bi heman armancê roja 8’ê îlonê jî meş û xwepêşandan hatibûn organîzekirin. PARÎS

Dikarî Biecibînî