Parêzvanên mafên mirovan tên qetilkirin

Li Kolombiyayê, ji Peymana Aştiyê ya 2016’an û vir ve ku di navbera FARC û dewletê de hate îmzekirin û şer qedand, her sê rojan carekê êrîşeke çekdarî li parêzvanên mafên mirovan tê kirin. Li welatên Amerîkaya Latîn, êrîşên li parêzvanên mafên mirovan salên dawî zêde bûne. Sala 2017’an li gorî sala 2016’an bi rêjeya ji sedî 85 êrîş zêde bûn. Êrîş herî zêde li Kolombiyayê rû didin.

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, li Kolombiyayê ji sala 2016’an heta 15’ê adara 2018’an, 259 parêzvanên mafên mirovan ji ber êrîşên çekdarî mirin. Rêxistinên civakî yên sivîl ên Kolombiyayê jî ragihandin ku 285 aktîvîst û 63 gerîlayên berê      hatin kuştin.

Ev êrîş bi giranî li herêma ku berê di kontrola FARC’ê de bûn tên kirin. Li gorî pisporan, êrîş ji ber serdemên dema şer rû didin. Du ji sê aktîvîstên bûn hedef, bi saziyên ku mafên gelên xwecihî diparêzin re têkiliya xwe hebû û li dijî derdiketin ku qadên jiyanê yên gelên xwecih ji şîrketên mezin re bên vekirin.

Neteweyên Yekbûyî der barê cînayetên ku dema dawî zêde bûne hişyarî da hikûmeta Kolombiyayê û diyar kir ku nedîtina berpirsyarên êrîşan û xemsariya mekanîzmaya dadgeriyê, dike ku tundî zêde bibe. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîchelle Bachelet bal kişand ser mijarê û xwest ku pêşî li bûyerên tundiyê were girtin. BOGOTA

Dikarî Biecibînî