Îran: Washington nikare derketina petrola me rawestîne

Nakokiyên di navbera Îran û Amarikayê de her ku diçe kûr dibe. Amarikayê bi petrolê li Îranê gef xwaribû. Daxuyaniyek ji Îranê hat cîgirê yekemîn ê serokê Îranê Ishaq Cihangerî got ku Amerîka nikare derketina petrola Îranê rawestîne. Li gorî ajansa nûçeyan a IRNA Cihangerî diyar kiriye ku ev yek ji ber pilana Tehranê ya birêvebirina karûbarên welat e û got ku alternatîfek ji petrola Îranê re tune ye.

Cihangerî di şahiyekê de ku ji bo sîgortaya tenduristiyê li Îranê hatibû lidarxistin da zanîn ku Îranê di van mehên borî de 2.5 milyon bermîl petrol derfirotine û got ku derfirotina petrola Îranê rojane ji milyonek bermîl kêmtir nîne.

Cihangerî diyar kir ku ev derewên ku siyasetmedarên Amerîkayê belav dikin û dibêjin dê petrola Îranê bi petrola Erebisytana Siûdî biguherînin û wiha domand: “Îran dikare pêdiviyên derfirotina petrolê peyda bike û dikare bi firotina rojane milyonek bermîl debar bike.”

Cihangerî destnîşan kir ku 4’ê mijdarê toreya duyemîn a danekirinên Amerîkayê ên li ser Îranê dest pê dike û got ku ev danekirin pîvanên mirovahî û navneteweyî bipê dike û hemû serkeftinên ku 7 dewletan di 18 mehan de bi dext xistine têk dibe. TEHRAN

Dikarî Biecibînî