Serokwezîr Merkel dê nebe namzet

Di hilbijartina eyaleta Hessenê ya Almanyayê de Serokwezîr Angela Merkel derbeke giran xwar. Merkel diyar kir ku dê nebe namzeta serokatiya Partiya Xirîstiyanên Demokrat (CDU)yê.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji ber qelsbûna partiya xwe diyar kir ku di meha kanûnê de dê di kongreya partiya xwe CDU’yê de nebe namzet. Ev biryar piştî hilbijartina eyaleta li Hessenê ya roja duşemê hate dayîn.

Partiya Angela Merkel CDU ji sedî 27 deng stendibû û bûbû partiya yekemîn. Lê li gorî hilbijartina di sala 2013’an de bi qasî 10 pûanan dengê xwe kêm kiriye. SPD a ku hevkariya koalîsyonê dikir jî dengê xwe kêm kir û ji sedî 19,8’ê dengan stend.

Ev hilbijartin hem ji bo CDU û hem jî ji bo SPD’ê bû derbeke giran. Partiya Keskan bilind dibe û partiya rastgirên radîkal AfD jî ket hemû parlementoyên herêmî yên li Almanyayê. Partiya Keskan dengê xwe du qat zêde kir û ji sedî 19,8’ê dengan stend. AfD’ê jî ji sedî 13,1’ê dengan stend.

Hilbijartinên li Hessenê meyla li hilbijartinên Bavyerayê jî piştrast kir. Di hilbijartina Bavyerayê de hişyariyên micid li koalîsyona mezin a li Berlînê hatibû kirin. Niha şeş partî ketine parlementoya herêma Hessenê û ev jî tê wateya ku siyaseta Almanyayê ji hev belav bûye.

Divê Merkel vê carê belavbûna koalîsyona bi SPD’ê re asteng bike. Senaryoyeke wiha dê bibe dawiya aqûbeta Merkel. Bi îhtîmaleke mezin ev tişt dê dawiyê li kariyera siyasî ya Merkel bîne. Zanyarê siyasetê yê Zanîngeha Dresdeyê Hans Vorlander ji televîzyona ARD’ê re axivî û bal kişand ser kêmbûna dengên CDU û SPD’ê. Vorlander got ku ev her du partî dişibin du kesên ku di avê de hev du dixeniqînin. BRUKSEL

Dikarî Biecibînî