Li Fransayê greva ‘Êlek Zer’an berfireh dibe

Sozên ku hikûmeta Fransayê ji bo pêşîgirtina li çalakiyên ‘Êlek Zer’an hatin dayîn, kesî razî nekirin. Di rewşeke wiha de, xebatkarên di barkêşiya rêyên bejahiyê de dixebitin, biryara ketina grevê da.

Çalakiya ‘Êlek Zer’an ku 17’ê mijdarê ji bo şermezarkirina zêdebûna bihayê sotemeniyê dest pê kir û piştre veguherî çalakiyên ji bo parastina mafên xizanan, tevî sozên hikûmetê jî, xuya ye wê bidome. Tê payîn ku dê ‘Êlek Zer’ roja şemiyê careke din li gelemperiya Fransayê dakevin qadan. Xebatkarên sektora barkêşiyê jî dest bi greva bê dawî dikin.

Yek ji sendîkayên sereke yên çep ên li welêt CGT û FO daxuyanî dan û diyar kirin ku li dijî xespkirina mûçeyên ajokarên rêyên bejahî, ji şeva yekşemê saet di 22’an de û pê ve wê bikevin greva bê dawî. Sala 2016’an bi rêya biryarnameyekê hatibû ragihandin ku heqê saetên zêde yên ajokarên barkêşiya bejahî, wê ji 25 heta ji sedî 50 bê zêdekirin lê ev biryar hatibû betalkirin û biryar dabû ku tenê ji sedî 10 mûçe ji saetên zêde yên ajokaran re bê dayîn. Li gorî sendîkaya FO’yê, ji ber biryara Konseya Dewletê, ajokarên ku mehê bi dehan saetan zêde dixebitin, wê ji 300 heta hezar û 200 euroyî kêm mûçe bistînin.

Sendîkayên FO û CGT’ê, tevî ku rojên destpêkê xwe nedan ber, piştre biryar dan ku destekê bidin çalakiya ‘Êlek Zer’ân a 17’ê mijdarê dest pê kir. PARÎS

Dikarî Biecibînî