DYA’yê gefa vekişandinê xwar

Piştî DYA’yê, NATO’yê jî Rûsya sûcdar kir ku li gorî peymana çeka nukleerî INF’ê ya sala 1987’an hate îmzekirin, tevnagere.

Piştî Civîna Bilind a Wezîrên Karên Derve yên NATO’yê, daxuyaniyek hate weşandin. Di daxuyaniya çapemeniyê de hate îdiakirin, Rûsya pergalên fuzeyê çêdike ku Peymana Hêza Nukleerê ya Menzîla Navîn (INF) pûç dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pergala fuzeyê ya bi navê Novator 9M729 a Rûsyayê tê wateya binpêkirina INF’ê û hate îdiakirin  ev pergal gefa ewlekariyê li Ewropa û Atlantîkê dixwe. Di daxuyaniyê de xwedî li gotinên serokê DYA’yê Donald Trump hate derketin, ku Trump jî bi heman rengî Rûsyayê sûcdar dike.

Prosedurê têxin meriyetê

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Mike Pompeo jî diyar kir ku pergala ji aliyê Rûsyayê ve hatiye çêkirin, yekser gefê li Ewropayê dixwe û got ger rêveberiya Moskovê ‘şaşiyên xwe qebûl neke’, dê DYA di nava 60 rojan de dest bi prosedura vekişîna ji nav INF’ê bike.

Pompeo hişyarî da û got eger Rûsya gavê neavêje, bê wate ye ku DYA bi tena serê xwe li gorî peymanê tevbigere. Peymana INF’ê sala 1987’an di navbera serokê DYA’yê Ronald Reagan û Serokê Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan (SSCB) Mîhaîl Gorbaçov ve hatibû îmzekirin. BRUKSEL

Dikarî Biecibînî