Jeffrey serdana Tirkiyê dike: Koma Xebatê tê avakirin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê James Jeffrey di navbera 5-14’ê kanûnê de dê serdana Tirkiye û Urdinê bike. Hat zanîn ku Jeffrey bi taybetî dê li ser rewşa Sûriyeyê vê serdanê bike û dê li Tirkiyeyê di navbera Amerîka-Tirkiye de “Koma Xebatê ya Asta Bilind ji bo Sûriyeyê” were avakirin. Hat diyarkirin ku dê di serdanên Tirkiye û Urdinê de, Misteşarê Wezareta Derve ya Amerîkayê Joel Rayburn jî li gel Jeffrey di hevdîtinan de cih bigire.

Tê gotin ku Jeffrey danûstandinan ji bo lezdana proseya siyasî ya biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk bîne û her wiha bi karmendên Amerîkayê yên di siyaseta Sûriyeyê de cih digirin re jî bicive.  Tê payîn dê mijarên nexşerêya Minbicê û hevkariya leşkerî ya Amerîkayê bi YPG-HSDê re jî di rojeva hevdîtinan de be. WASHINGTON

Dikarî Biecibînî