Li ser kabîneya nû li hev nekirin

Ji ber nakokiyên li ser namzetên wezaretan civîna li parlementoya Iraqê bê encam ma. Biryar hat dayîn ku parlamento bicive, lê di rojevê de diyarkirina kabîneya nû dê nîn be. Ev jî nîşan dide ku hîn jî li ser namzetên wezaretan lihevkirin pêk nehatiye

Roja sêşemê parlementoya Iraqê ji bo diyarkirina 8 wezaretên kabîneya Adil Ebdulmehdî yên mane diyar bikin, kom bû. Lê ji ber nakokiyên li ser namzetan û wezaretan alozî çêbû û parlementeran dest li hev rakêşan. Nakokiya sereke jî li ser wezareta navxweyî û wezareta parastinê bû.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî navê 8 namzetên ji bo 8 wezaretên ku hîn nehatine diyarkirin pêşkêşî parlementoyê kirin. Lê komên di parlementoyê de li ser hinek namzetan li hev nekirin. Bi taybetî nakokî li ser namzetên wezareta navxweyî û wezareta parastinê heye. Ebdulmehdî ji bo wezareta karên navxweyî ku para şîayan e, Falih Feyaz û ji bo wezareta parastinê ku para siniyan e jî Feysel Cerba nîşan da.

Roja sêşemê çend komên parlementoyê rûniştinê boykot kirin. Bi taybetî Hevpeymaniya Çaksazî ya bi serokatiya Hevpeymaniya Mûqteda Sedr û YNK’ê jî rûniştinê boykot kir, ji ber ku wezareta dadê ji bo wan ne hatiye dayîn.

Tê gotin ku di rûniştina roja sêşemê de hewl hatiye dayîn ku bi rêya hîleyan hejmara yasayî ya parlementoyê temam bikin û bi vî awayî namzetan di dengdanê re derbas bikin. Lê Hevpeymaniya Çaksaz vê hîleyê deşîfre kir ku gelek şêwirmend û kesên din yên derveyî parlementoyê anîbûn nava parlamentoyê. Ji ber vê jî li parlementoyê alozî çêbû. Parlamenterên koma Saîrûn û Fetih dest li hev rakêşan.

Hevpeymaniya Saîrûn ya Mûqteda Sedr ku koma herî mezin a parlamentoyê ye, ji namzetên wezareta navxweyî û wezareta parastinê nerazî ye û daxwaza namzetên serbixwe yên ji aliyan û hizban dûr, dike.

Saîrûn wer difikire ku Falih Feyaz ne namzetê Adil Ebdulmehdî ye û dibêjin, ev namzetê koma Fehid a Hadî Amirî ye. Her wiha dibêjin ku Îran li pişt Falih Feyaz e (wezîrê navxweyî). Dixwazin bi vî awayî li gel Siûdiyê hevsengiyekê çêbikin, ji bo vê jî dixwaze Feysel Cerba bikin wezîrê parastinê. Parlamenterên Saîrûnê bi hev re bang kirin ku ew namzetên iraqî (serbixwe) dixwazin.

Falih Feyaz berî niha serokê Desteya Heşdî Şebî bû. Lê, bi fermana serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ji erka xwe hate dûrxistin. Piştî wê jî Feyaz peywendî li gel hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî saz kir, da ku wî bikin wezîrê karên navxweyî.

Saîrûn ne tenê daxwaza guhertina Feyaz e her wiha li dijî wê ye ku Feysel Cerba bibe wezîrê parastinê. Berdevkê Hevpemaniya Saîrûn, Casim Hilif, nêrîna hevpeymaniya xwe aşkera kir û got ku ew dixwazin wezareta ewlekarî û navxweyî dûrî hizban be û kesên jêhatî û hêjayî van wezaretan bin werin ser kar. BEXDA

Dikarî Biecibînî