Gelo kî dê bikeve şûna Merkel?

Kongreya CDU’yê sibe li Hambûrgê dest pê dike. Di kongreyê de dê kes/a li şûna Merkel rûnê bê hilbijartin. Schaûble piştgiriyê dide Merz, Merkel jî piştgiriyê dide Kramp-Karrenbaûer.

Ji bo Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ku yek ji partiyên bingehîn ên Almanyayê ye, ji sibe û pê ve serdemeke nû dest pê dike. Kongreya CDU wê 7-8’ê kanûnê li bajarê Hambûrgê pêk were. Angela Merkel ku 18 sal in seroka giştî ya CDU’yê ye, beriya niha dabû xuyakirin ku wê nebe namzeta serokatiyê.

Pêşbirka li ser lîdertiyê ya li nava CDU’yê, di navbera sê navan de derbas dibe; sekretera giştî ya CDU’yê Annegret Kramp Karrenbaûer, serokê berê yê Koma CDU’yê Frîedrîch Merz û Wezîrê Tenduristiyê Jens Spahn.

Nêzî hezar delege wê tev li kongreyê bibin û tê payîn ku hilblijartin were kirin. Namzeta Merkel Kramp Karrenbaûer ye. Lê belê karê Merkel zehmet xuya dibe. Ji ber ku yek kesayetên girîng ên li nava CDU’yê, serokê Meclisa Federal Wolfgang Schaeûble e ku di hevpeyvîneke xwe ya di çapemeniya alman de bi awayekî vekirî got ku ew dixwaze Merz bibe serokê partiyê.

28’ê cotmehê di hilbijartinên Eyaleta Hessenê de CDU’yê bi rêjeya ji sedî 12 dengan kêm kiribû. CDU û CSU’yê li Bayernê di hilbijaritnê de dengên xwe gelekî kêm kirin û li ser vê encamê Merkel dabû xuyakirin ku ew êdî nabe namzeta ji bo serokatiya giştî. BERLÎN

Dikarî Biecibînî