Awûstûryayê kîsikên plastîk qedexe kirin

Piştî Fransa û Îtalyayê, Awûstûryayê jî biryar da ku kîsikên plastîk qedexe bike. Wezareta Tûrîzmê ya Awûstûryayê ku ji karên hawirdor, daristan, çandinî û tûrîzmê berpirsyar e, daxuyaniyek da û diyar kir ku kîsikên plastîk wê ji sala 2020’î pê ve bi temamî bên qedexekirin.

Wezîr Elîsabeth Kostînger got ku Awûstûrya wê piştî Fransa û Îtalyayê bibe welatê sêyemîn ku biryareke bi vî rengî ya berfireh wergirtiye. Li gorî biryara wezaretê, wê kîsikên hîn qewîn bên çêkirin, ji bo ku karibin gelek caran bên bikaranîn.

Li Awûstûryayê ku nifûsa wê 8,8 milyon e, tê gotin ku tenê li sektora xurekên salane 430 milyon kîsikên plastîk tên bikaranîn. Di encamê de salane bi 7 hezar tonî gelaşên plastîk derdikeve holê. Ev gelşên plastîk jî bi giranî ji ber kîsikên plastîk ên zirav ên ji bo zebze û fêkiyan tên bikaranîn, pêk tê. VIYANA

Dikarî Biecibînî