Budçeya Tirkiyeyê hat kêmkirin

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Yekîtiya Ewropayê (YE) di budçeya sala nû de, fona ku ji bo Tirkiyeyê veqetandibû kêm kir. Li gorî budçeya nû ya Ewropayê 1.45 milyar euro ji bo penaberên Sûriyê yên li Tirkiyeyê hatiye veqetandin. Ji ber ku gotûbêjên endamtiya YE’yê bi Tirkiyeyê re hatine rawestandin budçe jî ji bo mijarên cuda ji Tirkiyê re nehatiye dayîn.

Tê payîn ku Tirkiye bi caran li ser penaberên Sûriyeyê bi YE’yê re hevdîtin kir û daxwaza ku budçeya ku didinê kêm e. Tirkiye gelek caran bi penaberan jantaj kir û li hemberî dewletan bi kar anî lê belê ev ji aliyê welatên din ve nehat qabûlkirin.

Budçeya sala nû ya YE’yê wek 148 milyar euro hatiye hesabkirin.YE’yê pereyên ku heta niha dida Tirkiyê jî bi qasî 146,7 milyon euroyî kêm kir. BRUKSEL

Dikarî Biecibînî