Li Fransayê xwendekaran serî hil da

Li Fransayê piştî çalakiya Êlek Zeran, niha jî bi dehhezaran xwendekarên lîseyê ji bo protestokirina pergala perwerdeyê ya ‘Parcoûrsûpê’ daketin qadan. Di pevçûnên ji duh heta niha de zêdetirî 750 xwendekar hatin binçavkirin lê tevî vê jî her ku diçe çalakiya wan mezin dibe

Çalakiyên gelê Fransayê yên li dijî pergala mêtînger berdewam in. Li hemberî bihabûna sotemeniyê, di 17’ê mijdarê de bi tevlêbûna gelek derdorên cuda bi dehhezaran welatiyên fransayê daketin qadan. Çalakiya ku weke ‘Çalakiya Êlek Zeran’ tê pênasekirin, roj bi roj belav bû û bû sedem ku hikûmeta Macron zema ku dihat payîn dê li sotemeniyê bike, betal bike. Lê tevî vê yekê jî çalakvan bi israr in û banga mezinkirina çalakiyan kir.

Niha jî li Fransayê, bi hezaran xwendekarên lîseyê li hemberî pergala perwerdeyê ya ‘Parcoûrsûpê’,  daketin qadan. Di vê çarçoveyê de duh bi dehhezaran xwendekarên lîseyê li dehan bajaran ders boykot kirin û neçûn dibistanan. Çalakî herî zêde li paytext Parîsê û derdora wê pêk hat. Bi dehhezaran xwendekaran lîse bloke kirin. Tenê li bajarê Seîne-Saînt Denîsê 37 avahiyên lîseyê bloke bûn. Li bajarê Mantes-la-Joleî yê ser bi Yvelînesê nêzî 150 xwendekar ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Şerê bi polîsan re

Li Marsîlyayê ku yek ji mezintirîn bajarê Fransayê ye, bi hezaran xwendekar ji ber fakulteya Saînt-Charlesê heta meydana Vîeûx-Portê meşiyan. Sendîkayên CGT, SUD-Solîdaîres û SNES’ê jî piştgirî dan çalakiyê. Bi destwerdana polîsan re di dema çalakiyê de şer derket. Li bajarê Nîceyê jî herî kêm 33 xwendekar hatin binçavkirin. Walîtiya Alpes-Marîtîmesê diyar kir ku şerê bi polîsan re bi taybetî li Lîseya Parc Împerîalê rû da.

Xisarên madî pêk hatin

Li bajarên Lyon, Lîlle û Montpellîerê ku ji mezintirîn bajarên Fransayê ne, di çalakiyan de gelek kes hatin binçavkirin. Li gorî Wezareta Karên Hundir, di çalakiyên gelemperiya welat ên lîseyiyan de zêdetirî 700 xwendekar hatine binçavkirin.  Her wiha di dema çalakiyan de jî xisarên mezin pêk hatin.

Pergala Parcoûrsûpê

Xwendekarên Lîseyê li ber reforma hîndekariya bilind a bi navê ‘Parcoûrsûp’ û ezmûnên nû yên qedandina lîseyê radibin. Di pergala nû ya Parcoûrsûpê de mafê xwendekar heye ku ji 5 heta 10 beşên zanîngehê hilbijêrin. Bi vê pergalê re tercîha tenê beşeke biçûk a xwendekaran tê qebûlkirin. Bi giranî jî xwendekarên ji malbatên dewlemend an jî li lîseyê notên baş girtine, tên qebûlkirin. Bi vê yekê re her sal mafê bi sedhezaran xwendekaran ji wan tê standin ku nikaribin beşa dixwazin hilbijêrin. PARÎS

Dikarî Biecibînî