‘Divê Tirkiye ji Iraqê were derxistin’

Mensûr Bêcî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hebûna hêzên artêşa tirk a li ser axa Iraqê, binpêkirina serweriya Iraqê ye. Bêcî da zanîn ku divê di zûtirin dem de dewleta tirk ji Iraqê bê derxistin

Endamê Parlamentoya Iraqê ji Koma Hevpeymaniya Bînayan Mensûr Bêcî der barê mayîna hêzên artêşa tirk ên li Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Mensur Bêcî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hebûna hêzên tirk li ser axa Iraqê binpêkirina serweriya Iraqê ye û ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê hat kirin ku van hêzên biyanî ji nava xaka Iraqê derxîne û wiha got: “Pêwîst e ji vê zêdetir hikûmeta Iraqê li himberî hebûna van hêzan li ser xaka Iraqê, bêdeng nemîne.”

Bêcî diyar kir ku tu sedemek nîne hêzên tirk li nava xaka Iraqê bimînin û wiha dirêjî bi axaftina xwe da, “Tirkiye şerê bi hêzeke kurdî ya muxalîf re weke hincet dide nîşandan. Her wiha ev sê sal e jî Tirkiye bi hinceta şerê li dijî DAIŞ’ê di nav axa me de bi cih bûye.”

Bêcî da zanîn ku Iraq bi hêza xwe, xwe ji DAIŞ’ê rizgar kiriye û got, “Divê hikûmeta Iraqê ji bo derxistina hêzên Tirkiyeyê yên ji Iraqê, bixebite. Eger bi darê zorê jî be divê hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê werin, derxistin. Pêwîst e yek rojek din jî ev hêz di nava axa Iraqê de nemîne.” Ji bilî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ku li Herêma Kurdistanê çêkirine, di sala 2015’an de jî bi hinceta beşdarbûna şerê li dijî DAIŞ’ê, baregeheke leşkerî li Başîqayê ava kir. Herçend gelek caran hikûmeta Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe ji wir derxe jî, lê heya niha jî Tirkiye guh nedaye Iraqê û van baregehan negirtiye. BEXDA

Dikarî Biecibînî