Çarenûsa çeteyên DAIŞ’ê di destê welatan de ye

Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan piştî civîna endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê, got ku çarenûsa 700 çeteyên DAIŞ`ê ku li Sûriyeyê hatine girtin, dê ji aliyê welatên wan ve were diyarkirin.

Televîzyona Sky Newsê diyar kir ku Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan piştî civîna berpirs û fermandarên 13 dewletên endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê duh li bajarê Tişîlsî hate lidarxistin, teqez kir ku çarenûsa 700 çeteyên DAIŞ`ê ku li Sûriyê hatine girtin, dê ji aliyê welatên wan ve were diyarkirin û divê her welatek li gorî mekanîzmaya xwe ya taybet tevbigire.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis jî got ku 700 çeteyên DAIŞ`ê li gel hêzên HSD`ê girtî ne û welatiyên 40 welatên cuda ne.

Hinek welat ditirsin ku heger wan çeteyan bibin girtîgehên xwe, dê radîkalîzm lê belav bibe. Her wiha Washingtonê li ser gotins Mattis anî ziman ku hêzên HSD`ê nikarin wan çeteyan demeke dirêj li gel xwe bihêlin.

Ji 46 welatan 795 çete

Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Emer diyar kir ku şervanên HSD`ê 795 çeteyên biyanî, 584 hevjînên wan ku ew jî biyanî ne û hezar û 248 zarokên wan girtî ne. Emer destnîşan kir ku ew çete hemwelatiyên 46 dewletên cîhanê ne.

Her wiha Emer destnîşan kir ku dewlet ji berpirsyariya xwe ya Ii beramberî çeteyan direvin û teqez kir ku têkildarî mijara radestkirina wan awelatan, nîqaş têne kirin. WASHINGTON

Dikarî Biecibînî