Bi hezaran jinên myanmarî firotin

Li gorî raporeke li Bangokê weşiyayî bi hezaran jinên myanmarî li Çînê bi rêya zewicandina bi zorê hatin firotin. Tê gotin jinên Myanmarê ji mêj ve ye mexdûrên polîtîkaya yekzarokanînê ya Çînê ne. Li Çînê ji ber polîtîkaya zarokanîna bi kontrol 33 milyon mêr zêde ne.

Ji bo ku ev valahî were dagirtin, her sal ji Kamboçya, Laos, Myanmar, Vîetnamê jin diçine Çînê dizewicin an jî bi zorê têne şandin. Gelek jin ji hêla malbatên wan ve têne zewicandin an jî dikevin nav destê bazirganên mirovan.

Li gorî rapora dibistana tenduristiyê ya cameweriyê ya Amerîkayê Johns Hopkîngs ku li Bangkokê hatî weşandin, li eyalatên Kachîn û Shanê yên bakurê Myanmarê nêzî 7.500 jin bi zorê firotine çîniyan. Lêkolîn xwe dispêre ser şahidiya jinan. Tê gotin zor li jinan tê kirin da ku zarokan bînin. Di raporê de tê diyarkirin bi giştî pêşiyên gundiyan an jî malbat di nav xwe de li hev dikin. Li gorî raporê mêrekî çînî bi 10-15 hezar dolaran dikare jinekê bikire. BRUKSEL

Dikarî Biecibînî