Demîrtaş ji Le Mondeyê re nivîsand

Selahattîn Demîrtaş têkildarî doza xwe ya ku dê di 12’ê kanûnê de bê lidarxistin, ji rojnameya fransî ya Le Mondeyê re nameyek şand. Demîrtaş di nameyê de bêhiqûqiyên li dijî wî û partiya wî hatine kirin vegot û xwest ku doza wî bişopînin û banga piştevaniyê kir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re nameyek şand. Demîrtaş di nameya xwe de anî ziman ku di 12’ê kanûnê de danişîna doza wî heye. Demîrtaş destnîşan kir ku pêkan be, ew dixwaze ku rojname jî li cihê dozê danişîna wî bişopîne û ji bo vê dozê jî banga piştevaniyê bikin. Demîrtaş di nameyê de daxuyand ku ew girîngiyê dide vê yekê.

Li gorî wergera lêkolîner û wergervana Arti Gerçekê Ayşe Erdem di nameya Demîrtaş de ev tişt hatine gotin: “Ez vê nameyê ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a ku ev du sal in bi awayekî bêhiqûqî lê têm girtin ji were dişînim. Heta niha nêzî pênc hezar endamên partiya min HDP’ê bi heman armancê hatine girtin. Hîna jî 58 hevşaredar û bi min re jî 9 parlamenterên partiya min girtîne û li girtîgehên cuda tên ragirtin.

Îro em ji ber azadiya ramanên xwe, mafê xwe yê siyasetkirinê û nasnameya xwe ya kurd, rastî cudakariyek pir aşkera tên û ji ber ewlekariya canê me, em îro ji we daxwaza piştgirî û alîkariyê dikin. Piştevaniya navneteweyî ya têkoşîna azadî û demokrasiyê, heta bêje jiyanî ye û bi vê baweriyê em hêvîdar in ku çi ji destên we were hûn ê bikin. Danişîna doza jê girtîme, dê di 12’ê kanûna 2018’an de bê dîtin û 3 rojan dê berdewam bike.

Ger pêkan be, ez dixwazim ku hûn li cihê dozê danişîna min bipoşînin. Ez dixwazim hûn ji bo vê doza min, banga piştevaniyê bikin û ez girîngiyek mezin didim vê yekê.” STENBOL

Dikarî Biecibînî