Amerîka û Îsraîl ji ÛNESCO’yê veqetiyan

NAVENDA NÛÇEYAN

Amerîka û Îsraîl bi hinceta biryarên ku pêşdarazên li hemberî Îsraîlê xurt dike werdigire, ji Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) veqetiyan

Amerîka û Îsraîl bi daxuyaniyan ragihandin ku bi hinceta biryarên ku pêşdarazên li hemberî Îsraîlê xurt dike werdigire, ji Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) bi awayekî fermî veqetiyane. Biryara her du welatan jî îro ket meriyetê û bi awayekî fermî ji ÛNESCO’yê veqetiyan.

ÛNESCO bi dijberiya planên Îsraîlê yên li hemberî Rojhilatê Qudsê tê nasîn û Îsraîlê li Rojhilatê Qudsê wek dagirker pênase dike.  Ji ber ku di sala 2011’an de endamtiya Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî qebûl kiribû ÛNESCO ji aliyê Îsraîlê ve bi awayekî tund hatibû rexnekirin.

Ji ber vê biryarê serokê Amerîkayê yê demê Barack Obama piştgiriya salane ya dida ÛNESCO’yê birîbû. Ji ber ku Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo ÛNESCO’yê biriye ÛNESCO ji neçarî hin xebatên xwe daye rawestandin. Ji ber ku piştgiriya xwe ya salane nade mafê xwe yê dengdanê winda kiriye.

Dikarî Biecibînî