Di nav demê de rêwîtî pêkan e?

Navenda Nûçeyan

Ji zanîngeha Massachussettsê xwediyê doktorayê Caroline Mallary, têkildarî di nava demê de rêwîtî modeleke nû pêş xist. Li gorî modela Mallary, du otombîlên dirêj ku bi hevrast tên bicihkirin, di navbera xwe de dikarin kurîşên feza-demê pêk bînin

Fikra di nav demê de rêwîtî ji gelek filman re bû mijar. Konsepta di navbera paşeroj û pêşerojê de rêwîtî beriya sedsalan derket holê. Derbarê vê mijarê de gelek teorî hatin amadekirin û gelek nîqaş li ser hatin kirin.

Ji zanîngeha Massachussettsê xwediyê doktorayê Caroline Mallary, têkildarî di nava demê de rêwîtî modeleke nû pêş xist. Li gorî modela Mallary, du otombîlên dirêj ku bi hevrast tên bicihkirin, di navbera xwe de dikarin kurîşên feza-demê pêk bînin. Ji bo vê divê her amûrek bibe xwedî navendeke tîrbûneke bêdawî. Ev jî tê vê wateyê; divê amûr bibin xwediyê heyberên bêdawî. Lê pirsgirêk ew e ku ev heyberan li xwezayê nayên dîtin. Tevî vê yekî jî modela Mallaryê hemû fikrên heta niha digotin navberên feza-demê ne pêkane, dê ji nû ve ji nîqaşan re veke.

Dikarî Biecibînî