Berdevka Pentagonê jî îstîfa kir

Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Dona Whîte ragihand ku ji rêveberiya Trump îstîfa kiriye

Berdevka Wezareta Parastinê ya Pentagonê Dana Whîte li ser hesabê xwe yê tweetterê ragihand ku ew ji rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump îstîfa kiriye û wiha got: “Hemû fersendên ku vê rêveberiyê dan min, desteka hemû sivîlan, endamên servîsê û Wezîrê Parastinê Mattîs bi nirx dibînim.”

Beriya Berdevka Pentagonê Whîte îstîfa bike, Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Jîm Mattîs û Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê  yê Amerîkayê Bret Mcgurk jî îstifa kiribûn. Mattîs û Mcgurk piştî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya serokê Amerîkayê Trump îstîfaya xwe dabûn.

Her wiha piştî îstîfakirina Whîte, alîkarê Wezîrê Parastinê û senatorê berê Charlîe Summer ji bo berdevkiya Pentagonê hat erkdarkirin.

 

Dikarî Biecibînî