Li Spanyayê gundekî komunal: Marînaleda

Navenda Nûçeyan

Marînaleda yek ji gundên Endulusê ye û weke ‘Gundê komunîst’ tê zanîn. Lê serokê şaredariya gund Manuel Sanchez Gordillo dibêje ku Marînaleda sosyalîzm, komunîzm û humanîzm di hundirê xwe de dihewîne. Marînaledayê rêjeya bêkariyê ji sedî tenê 4 e û hemû kes mûçeyê wekhev digire

Gundê Marînaledayê li dijî rûxîneriya kapîtalîzmê ya li Spanyayê, xwedî şêwazeke hilberîna komunal e. Li Endulusê ku hêzên rastgir her ku diçe lê bihêz dibin, dikare bê gotin ku gundê Marînaledayê sosyalîzm, komunîzm û humanîzmê di nav xwe de dihewîne. Serokê Şaredariya Marînaledayê Sánchez Gordîllo pergala kapîtalîzmê ya roja me weke ‘cureyeke nû yê faşîzmê’ pênase dike û dibêje ‘li vir ax ya her kesî ye.’

Li ser dîwar wêneyê şoreşger Ernesto Che Guevara hatiye daliqandin, li ser maseyeke ji daran hatiye çêkirin jî cotkulmek hebû. Li pişta maseyê jî bi tîşorteke rengîn re Juan Manuel Sánchez Gordillo yê 70 salî rûniştî ye. Ev der li nêzî paytexta Endulusê Sevîllayê, gundê Marînaledayê ye. Yê li pişt maseyê jî serokê şaredariya gund ê ku kapîtalîzma Spanyayê girtiye hemberî xwe, heye.

Sanchez Gordîllo  kapîtalîzmê dişibîne Qral Mîdas û vê nirxandinê dike: “Her tiştê ku dest didê vedugeherînê zêr, meta, ticaret û mirinê. Li gorî min pergala kapîtalîzmê, nekrofîlî ye.”

Rêjeya bêkariyê ji sedî 4 e

Li Endulusê rêjeya bêkariyê hema hema ji sedê 23’yan derbas dike. Li gundê Marînaledayê jî nêzî 3 hezar welatî hene û ji van tenê ji sedî 4 bêkar in. Gelemperiya ev kesên bêkar jî jibkêfî naxwbitin. Li Marînaledayê ji bo her kesî karek, mûçeyeke wekhev û derdora 15 euroyan jî krediya konutê tê pêşkeşkirin. Li vir tevî cihekî dohnê zeytê ku ji 352 hektaran pêk tê, hilberîna brokolî, artîşok, baqilê hişk û îsotan jî tê kirin. Berhemên ji vir, li gelemperiya welat tên firotin.

Dahata berhemên gund

Der barê mijarê de Gordillo dibêje, ‘bi qasî ku hilberîna sebzeyan zêde dibe, kar ewqas zêdetir dibe. Dahata wê jî em ji bo başkirina şert û mercên jiyanî yên civakê bi kar tînin. Ev dahate tu caran ji bo berjewendiyên kesekî nayê bikaranîn. Ax, ya her kesê ku dixwaze ye.”

Malbata îngilîz li wir bi cih bûye

Yek ji 6 hemwelatiyên Îngilistanê yên li gund Christopher Burke jî gotinên Sánchez Gordillo piştrast dike. Piştî serdena 8 sal berê ya ji îngilistanê ber bi Marînaledayê ve, Burke tevî hevjîna xwe li vir bi cih dibe. Burke vê rewşê wiha vedibêje: “Ev der dikeve dilê we. Mirovên wê pir nazik in û mijara li vir, pere nîne. Mirov bibe parçeyek ji tiştekê ku bi çavekî cuda li civakê dinihêre û dîtina  pêkanbûna vê pergalê, bi rastî tiştekî rewşedar (muhteşem) e.”

Şêniyên gund bi gundê xwe kêfxweş in

Şêniyên din ên gund jî ji rewşa heyî kêfxweş in. Ji xwecihên gund Alba Martîn dibêje piştî tecrubeyên cîhana derve, biryar daye ku êdî Marînaledayê terk neke. Martîn wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Li gorî cihên din ên Spanyayê, ev der bêhtir adilane ye. Jiyan li vir rehet e, hûn baş dijîn, beriya her tiştî pereyê we tê dayîn û ev der erzan e. Li vir baş li karkeran tê nihêrîn.”

Yek ji şêniyên gund jî Antonîo Casaraes e. Casares 42 salî ye û li gelek deverên cuda yên Spanyayê xebitiye. 6 sal berê jî Casares vegeriya Marînaledayê û wiha dibêje: “Di demeke ku her tişt biha bûye de, di demekê krîza aborî dest pê kirî de ez neçar mam ku vegerim. Li vir demên xebatê kintir in û jiyan baştir e. Hûn li vir xwe di ewlehiyê de hîs dikin.”

Armanca bingehîn

Marînaleda di çapemeniyê de weke ‘Gundê komunîst’ tê nîşandan. Lê serokê şaredariya gund Sánchez Gordillo vê pênaseyê rast nabîne. Gordillo Marînaledayê weke ‘cihê ku sosyalîzm, komunîzm û humanîzmê di nav xwe de dihewîne’ pênase dike. Gordillo dibêje ku armanca bingehîn divê bibe parastina mulkiyeta giştî yên weke ax, vehewîn û enerjiyê. Gordillo diyar dike ku divê di navbera hilberîner û berxweran de şîrketeke taybet nebe û rasterast pevguherîn hebe. Gordillo destnîşan dike ku ger pere, tamahî û sûcên bazara kurewî wiha bidome, dê dinya bikeve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Gordillo herî dawî jî dibêje ku pergala kurewî ya niha, tenê cureyeke faşîzmê ye.

Gelo Marînaleda çawa gihîşt van rojan û gund li benda pêşerojeke çawa ye?

Serpêhatiya Marînaledayê heta sala 1975’an, piştî têkbirina Francîsco Franco diçe. Yekemîn pratîka Yekitiya Karkerên Çandiniyê ku piştî têkçûna Franco hatiye damezirandin e. Piştî ku welat derbasî rejîma demokrasiyê dibe, di hilbijartina yekemîn de ji 11 sandalyeyên şaredariyê 9 jê ji hêla Kolektîfa Yekitiya Karkeran (Colectivo de Unidad de los Trabajadores) ve hatin bidestxistin. Bi saya grevên birçîbûnê, çalakî û têkoşîneke dûvdirêj, di sala 1991’an de çewlika ‘El Humoso’ ku hezar û 200 hektar e, hate îstîmlaqkirin.

Hilbijartinên pêş

Lê ji rejîma Franco heta niha, cara yekemîn e ku partiyeke zêde rastgir li Endulusê ku demekê dirêj e jiyaneke komunal lê hebû, di avakirina hikûmetê de rolekî krîtîk lîst. Partiya zêde rastgir û dijberî koçberan a bi navê Vox, dê li Endulusê ku herêma herî zêde gelheya wê heye, ji derve piştgiriyê bide koalîsyona ku ji hêla Partiya Gel a muhafazakar û partiya navendî ya çepgir Ciudadanos (Hemwelatî) ava kirî.

Lê Gordillo dibêje ku ji bo ku jiyana komunal a li gund bi dawî bibe, divê partiya Vox ji 12 kirsiyan zêdetir bi dest bixe.

Çavkanî: Independent

Dikarî Biecibînî