Ji ber birçîbûnê xwest întixar bike

Li kampa penaberan a El-Rekban a li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê hatiye avakirin jinekê xwest întîxar bike. Hat diyarkirin ku jina penaber êdî birçîbûna zarokên xwe ranekiriye û ji ber vê xwestiye întîxar bike

Hat diyarkirin ku li kampa penaberan a El-Rekban a li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê hatiye avakirin jinekê xwest întîxar bike. Hat zanîn ku 3 zarokên jina penaber hene û êdî birçîbûna zarokên xwe ranekiriye û ji ber vê xwestiye întîxar bike.

Berpirsê tenduristiya kampê Şûkrî Şîhab jî, da zanîn ku rewşa jina ku xwest întîxar bike baş e, lê di bedena wê de birînên kûr ên şewatê hene û li Urdunê tê dermankirin. AMED

Dikarî Biecibînî