Peymana Breksîtê nehate qebûlkirin

Peymana derketina Îngilistanê ji nav Yekitiya Ewropayê (Breksît) li parlamentoya Îngilistanê di dengdanê de hate redkirin

Peymana ku di navbera serokwezîra Îngilistanê Theresa May û Yekitiya Ewropayê de hate amadekirin, duh li parlamentoya Îngilistanê pêşkêşî dengdanê hate kirin. 202 parlamenteran dengê ‘erê’, 432 parlamenteran jî dengê ‘na’ dan û bi vî rengî peyman hate redkirin.

Kamaraya Avamê beriya niha li ser hikûmetê ferz kiribû ku ger peyman neyê qebûlkirin divê di nav sê rojan de plana xwe ya B aşkera bike. LONDON