Li Kolombiyayê êrîşî dibistaneke polîsan kirin

Di teqîna li nêzî dibistaneke polîsan a li paytexta Bogota ya Kolombiyayê pêk hat de, herî kêm 4 kes hatin kuştin

Li nêzî dibistaneke polîsan a dikeve başûrê Bogotayê teqînek pêk hat. Li gorî çapemeniya Kolombiyayê di êrîşa bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatî de herî kêm 4 kes mirin.

Alîkarê Serokkomar Marta Lûcîa Ramîrez li ser hesabê twîtterê peyama ‘Em li gel polîsên xwe ne’ parve kir. Li ser tevênên civakî jî aghaiyên ku gelek kuştî û birîndar hene, tên parvekirin. BOGOTA