Aboriya Îranê her roj xirabtir dibe

Di mehên derbasbûyî de Îranê tenê 2 milyon û 800 hezar bermîl petrol firotin derveyî welat. Ji ber ku çavkaniya dahata Îranê piranî li ser petrolê ye û niha jî ev petrola Îranê kêm tê firotin, ji ber vê yekê Îran di milê aborî de gelek ketiye û ber bi rûxînê ve diçe

Yek ji çavkaniyên giring ên aboriya Îranê hinardekirina petrolê ye. Beriya ku Amerîka qonaxa duyem a ambargoyê li ser Îranê bide destpêkirin, rojane Îranê 3 milyon û 500 hezar bermîl petrol difrotin derveyî welat. Lê niha ji ber ambargoyê ev rêje bi awayekî berbiçav kêm bûye. Ev yek jî aboriya Îranê rûbirûyê metirsî û rûxanê kiriye. Amerîka bi israr e ku bi vê ambargoyê firotina petrola Îranê bîne ser sifir bermîlê.

Piştî vê ambargoyê li Îranê, li gelek bajar û navçeyan karker, mamosta, xwendekar û beşên din ên civakê nerazîbûnên xwe li hemberî polîtîkayên rijêma Îranê tînin ziman û xwepêşandanan dikin. Gelek şîrket û kargeh hatin girtin an jî karê xwe dan rawestandin û karkeran ji kar derxistine. Kargehên ku niha karê xwe berdewam dikin jî bi awayekî nîvço karê xwe dikin û nikarin heqdestê karmendên xwe bi temamî bidin. Ji ber ambargoyê nikarin pêdawistiyên sereke û destpêkê yên ku pê kar dikin peyda bikin.

Îran li xwe mikur hat

Dahata sereke ya Îranê ji petrolê tê bidestxistin. Ji sedî 80’ê hinardeya giştî ya Îranê ku diçe derve ji petrolê pêk tê. Dahata hikûmetê ji sedî 60 ji petrolê tê. Lê piştî ku Amerîka qonaxa duyem a ambargoyê danî ser Îranê êdî firotina petrola Îranê ji bo ji derve kêm bû. Rejêma Îranê li xwe mikur hat ku niha êdî wek berê nikare petrolê bifiroşe derve.

Serokê Saziya Plandanîna Îranê Mihemed Baqir Newbext çend roj berê ji ajansên nûçeyan ên Îranê re gotibû: “Ambargoyên Amerîka yên li ser firotina petrola Îranê bûye sedem dewleta Îranê rastî pirsgirêkên mezin ên aborî were. Di nav 10 mehan de Îranê tenê kariye 2 milyon û 800 hezar bermîl petrol hinardeyî ji derve bike. Ji bilî ku rêjeya firotina neftê kêm bûye, êdî dewleta Îranê nikare pereyê ku bi rêya neftê bi dest zistiye  jî vegerîne nav welat. Ev yek jî ji ber ambargoya Amerîkayê ye.”

Di xala çarem ya ambargoya Amerîkayê ya li ser Îranê wiha hatiye gotin; “Vekirina jimarên bankayan ji derveyî Îran û guhertina pereyê riyal bi rêjeyek zêde qedexe ye.” Her wiha di xala 10’an de jî tê gotin; “Bi hemû awayan bazara petrokîmya ya li gel Îranê qedexe ye.”

Mihemed Baqir Newbext wiha got: “Ji bo hinardekirina neftê pêwîstiya hikûmetê bi keştiyan heye. Lê ambargo li ser pîşesaziya me ya keştîvaniyê jî heye. Ger em bikarin keştiyan ji bo veguhestina petrolê peyda bikin, divê ew keştî werin sîgortakirin. Lê sîgortakirina keştiyên me jî di bin ambargoyê de ye.”

Di xala 9’emîn ya ambargoyê de tê gotin: “Liv û tevgerên li benderan, keştîvanî, keştîsazî û pîşesazî girêdayî wan e û ambargo liser tê danîn.”

Di xala 13’emîn ya ambargoyê de jî tê gotin: “Alîkarîkirina li gel Îranê ya ji bo garantî û xizmetguzariya sîgorta qedexe ye.”

Li Îranê bihabûna pêdawistiyên rojane, ketina bihayê tumen li beramberî dolar, girtin û ragirtina karê kargehan, bêkarî, zêdebûna rêjeya hejarî û hindikbûna dahatê li gel xerckirinê îşaret bi wê yekê dike ku rejêma Îranê di warê aborî de rastî karesatên mezin hatiye. Her çiqas rayedar û berpirsên Îranê dibêjin tu bandoreke vê ambargoyê li ser aboriya Îranê çênebûye jî, lê diyar e aboriya Îranê ber bi xirabûn û rûxanê ve diçe.

Di demê rabirdû de Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo serdana Rojhilata Navîn kir û li gel rayedarên piraniya welatên ereb hevdîtin pêk anîn. Naveroka van hevdîtinan piranî li ser zêdekirina zextên li ser Îranê bû. Tê payîn ku di meha pêş de jî li paytexta Polonya Warşovayê civînek were lidarxistin ku piraniya welatên cîhan û herêmî têde beşdar bibin. Armanca vê civînê ewe ku li hemberî Îranê eniyek were avakirin û di milê siyasî de jî zext li ser Îranê were kirin û bixin rewşek wisan de yan di kiryarên xwe de gav bi paşde bavêje yan  jî xwe ji şerekî giran re amade bike.

Di demên dawî de jî liv û tevgera leşkerî ya Amerîka li herêmê û bi taybetî li Kendava Fars zêde bûye. Çavdêr û pisporên siyasî diyar dikin ku Amerîka bi vekişandina hêza xwe ji Afganistan, Sûriye û bicihkirina wan hêzan li nêzî sînorên Îranê, anîna keştiyên balagirhilgir ên şer li nêzî Îranê bicihkirin, nîşaneya şer e yan jî ji bo wê yekê ye ku Îran hêza xwe ji welatên cîran vekişîne nav xaka Îranê.

Gelo Îran ji şer re amade ye? Wê ev şer çêbibe yan na? Ev dê di rojên pêş de diyar bibin. Lê tişta diyar ew e ku Îran nikare xwe li hemberî van hemû zextên aborî û siyasî bigire. Ji ber ku di rojên derbasbûyî de rayedarên Îranê îdia kirin ku hêzên wan li herêmê nemane û li Sûriyeyê jî hêzên wan tenê erka şêwirmendiyê dikin. Ev daxuyanî îşareta wê yekê ye ku Îran daxwazên Amerîka qebûl dike ji bo hêzên xwe ji welatên derdorê bi paş de bikişîne xaka Îranê.

Çavkanî: Rojnews

Dikarî Biecibînî