Li tengava Kerçê keştî şewitîn: 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Li tengava Kerçê agir bi 2 keştiyan ket û 14 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê angaştkirin ku ji îhmala ewlehiyê di her du keştiyan de teqîn pêk hatiye û keştî şewitîne. Her wiha tê gotin ku di her du keştiyan de 16 welatiyên Tirkiyeyê jî hebûne

Li qeraxê aliyê Rûsyayê yê tengava Kerçê ji ber sedemeke ne diyar di keştiyên bi navê “Kandiy” ve “Maestro” de ku alên Tanzanyayê li ser wan bûn, teqîn pêk hat. Piştî teqînê agir bi her du keştiyan ket û her du keştî jî şewitîn. Ajansa Nûçeyan a Interfaxê angaşt kir ku dema veguhastina sotemeniyê di keştiyan de teqîn pêk hatiye. Her wiha Interfaxê angaşt kir ku tê gumankirin ku ji ber îhmalên ewlehiyê teqîn pêk hatiye.

Saziya Barkêşiya Çem û Behrê ya Federal a Rûsyayê Rosmorreçflot têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir ku di keştiyekê de 17 kes û di keştiyekê de jî 14 kes bi giştî 31 kes hebûne. Rosmorreçflot ragihand ku ji ber şewata ku derketiye di her du keştiyan de bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî hatine rizgarkirin. Rosmorreçflot destnîşan kir ku nasnameya her yazdeh kesên ku jiyana xwe ji dest dane diyar nebûye.

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî têkildarê bûyerê daxuyaniyek da û ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêde bûye û derketiye 14 kesan. Hat ragihandin ku di keştiya ku 17 kes tê de bûne 9 ji wan welatiyên Tirkiyeyê 8 jê jî welatiyên Hindistanê bûne. Di keştiya ku 14 kes têdebûne de jî 7 jê welatiyên Tirkiyeyê û 7 jê jî welatiyên Hindistanê bûne. MOSKOV

Dikarî Biecibînî