Ji ber tundiya polîsên fransî gelek kes kor bûn

Ev demek dirêj e li Fransayê polîs êrîşî çalakiyên Êlek Zeran dikin û hate ragihandin ku heta niha herî kêm 17 çalakgeran ji çavên xwe derb xwarine û kor bûne

Çalakiyên Êlez Zeran ên li dijî bêedaletiya civakî û aborî ya li Fransayê bi mehan in didomin. Di çalakiyên pêk hatin de polîsên fransî gelek caran bi awayekî hovane êrîşên çalakgeran kir û di van êrîşan de gelek kes birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin binçavkirin.

Têkildarî encama êrîşên polîsan û çalakgerên di êrîşan de birîndar bûne Wezîrê Karên Hundir Chrîstophe Castaner li pêşiya komîsyona Senatoyê daxuyanî da û ragihand ku tenê 4 kes ji çavê xwe bi giranî birîndar bûne û got ku tenê hinek ji wan çavekî xwe kor bûne.

Wezîr ragihand ku li ÎGNP ya ku lêpirsîna polîsan dike 81 lêpirsîn hatine vekirin.

Lê li gorî aktivîst Desermons-le (Wan bêçek bikin) û rojnamegerê xweser David Dufresne ji destpêka çalakiyên Êlek Zeran de ji ber mudaxeleya polîsan 17 kes ji çavekî xwe kor bûne. PARÎS