Venezûela DYA’yê sûcdar dike

Navenda Nûçeyan

 

Di rojên borî de li Venazûelayê hewildaneke darbeyê çêbibû. Li ser vê yekê serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, daxuyaniyek da û DYA sûcdar kir

Rêveberiya serokdewletê Venezûelayê Nîcolas Madûro, piştî tepisandina hewildana darbeya leşkerî daxuyaniyek da û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) sûcdar kir ku fermana “darbeya faşîst” daye. Madûro li televîzyona dewletê axivî û ji Wezîrê Karên Derve Jorge Arreaza xwest ku têkiliyên bi DYA’yê re di ber çavan re derbas bike.

Çend saet beriya vê daxuyaniyê Wezîrê Ragihandinê Jorge Rodrîgûez diyar kir ku Alîkarê Serokê DYA’yê Mîke Pence ferman daye “terorîstan” ku di çalakiyên protestî yên vê çarşemê de tundiyê provoke bike.

Muxalefetê bang kiribû ku li dijî hikûmeta Madûro roja çarşemê dakevin qadan. Roja yekşemê jî komek ji leşkeran banga serhildana gel kiribû.

Li gorî Wezîrê Ragihandinê, 27 leşkerên roja duşemê hatin girtin, beşek ji çekên ku dizîbûn radestî çalakgerên muxalefetê kiribûn. Rodrîgûez diyar kir ku ji bo di dema çalakiya protestoyî de rê li ber mirin û birîndarbûna mirovan bê vekirin, hewldaneke wiha hatiye kirin.

Wezîrê Ragihandinê anî ziman ku kesên çek radestî wan hatiye kirin, “sivîlên hucreya Volûntad Popular a terorîst” e. Volûntad Popûlar weke partiya Leopoldo Lopez û Serokê Parlamentê Jûan Gûaîdo yên hatin girtin, tên naskirin.

Li gorî daxuyaniya wezîr, van kesan plan dikirin ku kincê leşkerî li xwe bikin û guleyan li çalakgeran bireşînin.