Rojeva çapemeniya cîhanê

Navenda Nûçeyan

Geşedanên li Venezuelayê û hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan de du mijarên sereke yên rojnameyên cîhanê bû. Di rojnameyan de bihêzbûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê, weke dijberiya li hemberî berjewendiyên Rûsya û rejîma Sûriyeyê tê nirxandin

Rojname û weşanên cîhanên di weşanên xwe yên îro de herî zêde mijarên geşadanên li Venezuelayê û hevdîtina Pûtîn û Erdogan derxistin manşetên xwe. Di rojnameyan de her du bûyer jî bi berfirehî hatin nirxandin û encamên wan hatin vegotin.

DER SPÎEGEL

Kovara heftane ya alman DER SPIEGEL bi sernavê ‘Li Venezuellayê serhildan: Artêş li pişta Maduro ye’ nûçeyek xist weşanê. Kovar destnîşan dike ku tevî Amerîka û Yekitiya Ewropayê gelek serokdewletên welatên Amerîkaya Latîn, li hemberî Maduro piştgirî didin serokê Parlementoya Venezuellayê Juan Guadîlo ku xwe wekî serokdewletê demkî ragihandiye. Nîkolas Maduro di axaftina xwe ya li koşka serokatiyê de dibêje ‘Amerîka bi Guadîlo dixwaze hikûmeteke kukla ava bike. Em gelê Hugo Chavez Fraîs in. Tu kes ji vir danakeve xwarê, em ji vir diçin têkoşînê.’  Li hemberî banga Maduro ya parastina welat jî, di nûçeyê de tê gotin ku Wezîrê Parastinê Vladimir Padrino bi daxuyaniyekê ji bo Maduro piştgiriya artêşê ragihandiye.

JUNGE WELT

Rojnameya alman JUNGE WELT jî bi sernavê ‘Amerîka li Venezuelayê darbe dike’ heman mijar xistiye rojeva xwe. Di nûçeyê de tê gotin ku li Venezuelayê Serokê Partiya Rasîst a bi navê Partiya Vîna Gel Juan Guaîdo ku di heman demê de serokê Meclisa Neteweyî ye, xwe wekî serokdewletê demkî ragihandiye û ketiya hewldana darbeyê. Amerîka jî tevî welatên Amerîkaya Latîn Şîlî, Paraguay, Brezîlya, Peru, Kolombiya û Kanadayê ew wekî serokdewlet pîroz kiriye. Li gorî nûçeyê li hemberî darbeyê li paytext Caracasê bi deh hezeran kes daketine kolanan û li hemberî darbeyê rawestiyane. Serokdewlet Maduro di axaftina xwe de ragihandiye ku hemû têkiliyên xw yên polîtîk û dîplomatk bi Amerîkayê re qut kirine. Xwestiya ku dîplomatên amerîkî jî di nava 72 saetan de welat terk bikin.

DER STANDARD

Ji rojnameyên Avusturyayê DER STANDARD bi ser navê ‘Pûtîn û Erdogan, li Sûriyeyê li zemîneke hevpar digerin’ nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de tê gotin ku Erdogan tevî heyeteke mezin çûye Moskovê û gotiye ku dê gelek tiştan biaxivin. Berî her tiştî dê li ser sererastkirina têkiliyên heyî bisekinin, têkiliyên aborî û bazirganiya çekan ji nûve sererast bikin û bi taybetî jî mijara Sûriyeyê dê mijara sereke ya axaftinê be. Rojname destnîşan dike ku mezinbûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hem ne li gorî berjewendiyê rejîmê û hem jî ne li gorî berjewendiyên Rûsyayê ne. Pûtîn ku li hemberî DAIŞ’ê kurdan wekî partner dibîne jî, êrîşeke tirkan a li dijî kurdan qebûl nake. Di vê hevdîtina xwe de jî tu îşareteke erênî nedaye Erdogan.

FT

Rojnameya brîtanî FINANCIAL TIMES jî bi nûçeya ‘Rûsya Tirkiyeyê bi pêkneanîna peymanê sûcdar dike’ balê kişandiye ser heman mijarê. Di rojnameyê de tê gotin ku Rûsya berî çar mehan, biryara paqijkirina Idlibê ji çeteyan, li ser soza Erdogan ku wê vê herêmê ji çeteyan paqij bikin paşde xist. Lê belê li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, herêm hê jî di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şamê de ye. Pûtîn piştî hevdîtina xwe ya duh bi Erdogan re gotiye “Hê jî li Idlibê gelek pirsgirêk hene û partnerê me Tirkiye jî vênakê dibîne. Min û Erdogan li ser çareyekê li hev kir.”

THE GUARDIAN

Rojnameya brîtanî THE GUARDIAN bi nûçeya ‘Veqetandineke bê peyman ji bo ewlehiya gerdûnî gef e’ mijara Brexîtê girtiye dest û dibêje ku Seroka Konfederasyona Sanayiyê ya Brîtanyayêyê CBI Carolyn Fairbairn, di Foruma Eboriya Cîhanê ya li Davosê de karsaz hişyar kirine û gotiye veqetandineke bê peyman ji Yekitiya Ewropayê, ji bo aboriya cîhanê jî gefe.

NEWSWEEK

Kovara heftane ya Amerîkayê NEWSWEEK bi sernavê “Li Zimbabwe leşker ji bo ku xwepêşandanan rawestînin bi awayekî sîstematîk îşkence dikin” nûçeyek xist weşanê. Kovar dibêje; Komîsyona Mafê Mirovan a Zîmbabwe, der barê rola leşkeran a rawestandina xwepêşandanan de rexneyekê ragihandiye. Li gorî ku komîsyon destnîşan kiriye, leşker bi şev bi ser malan de digirin, mirovan li erdê dirêj dikin û îşkence li wan dikin. Hikûmet daxuyaniya komîsyonê red dike lê belê berdevkê hikûmetê bi daxuyaniya ‘Dema ku karek ji xeta xwe derket divê hinek şidandin pêk were’ komîsyonê piştrast dike.

Dikarî Biecibînî