CHP’ê biryara AKPM’ê ya ji bo muxalîfan ‘veto’ kir

Navenda Nûçeyan

AKPM’ê biryara pêşnûmeya ‘Rewşa endamên muxalefeta siyasî ya Tirkiyeyê ya ku giran dibe’ bi 72 dengan erê kir. Pêşnûme tevî ku ji bo zexta hikûmetê ya li ser partiyên muxalîf ên Tirkiyeyê jî bû, endamên  CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê biryar ‘veto’ kir

Pêşnûmeya biryarê ya ku Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) li ser hewldana Koma Yekbûyî ya Çep ku endamên Partiya demokratîk a Gelan (HDP) jî girêdayî wê ne, bi ser navê ‘Rewşa Endamên Muxalefeta Siyasî ya Tirkiyeyê ya ku giran dibe’ hatiye amadekirin,  di lijneya giştî de li hemberî 20 dengan, bi 72 dengan hate erêkirin. Li hemberî biryarê tenê endamên AKPM’ê yên AKP, CHP, MHP, ÎYÎ Partî û endamekî azerî veto kir. Di heman demê de 4 endamên îtalyanî, 2 swêdî, fransizek û ingilîzekî jî dengê bêbiryariyê bi kar anî.

Di dengdayînê de ya herî balkêş jî ew bû ku tevî pêşnûme ji bo zext û zordariya hikûmetê ya li ser hêzên muxalefetê bû jî, partiyên muxalîf ên Tirkiyeyê li dijî biryarê derketin. Nûnerên CHP’ê yên ku li dijî biryarê deng bi kar anîn jî Ahmet Ûnal Çevîkoz, Yunus Emre, Selîn Sayek Boke û Haluk Koç bûn.

Di pêşnûmeyê de çi hebû?

Di pêşnûmeya biryarê de tê destnîşankirin ku Tirkiye di mijara demokrasî, hiqûq û mafên mirovan de paşde ketiye. Her wiha rewşa girtî ya parlamenterên di girtîgehê de jî weke ‘bifikar’ tê pênasekirin. Di heman demê de rewşa hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, parlamentera HDP’ê Leyla Guven û endamê AKPM’ê yê berê Ertugrul Kurkçu jî bi taybet hatibû vegotin. Di pêşnûmeyê de ji bo rakirina destnedayîna parlamenteran û rewşa wan a girtî wiha tê gotin: “Ev parlamenterên ku endamên partiyên muxalîfîn, nikarin erka xwe ya demokrasiyê pêk bînin.”

‘Ji hêzên muxalîf re rêz bigirin’

AKPM’ê got ku ‘Divê di serî de azadiya îfadeyê, xwebirêxistinkirin û azadiya civînan, li hemberî hemû mafên parlamenterên partiyên muxalîf rêz bê girtin.’  Her wiha tê diyarkirin ku divê li ser bingeha pêşniyarên Komîsyona Venedîkê, destnedayîna parlamenteran bê mîsogerkirin û parlamenterên di sala 2016’an de hatine girtin, bên berdan. AKPM’ê daxuyand ku divê Leyla Guven (îro hate berdan) di çarçoveya biryara Dadgeha Bilind a der barê Enîs Berberoglu de bê berdan û biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Selahattîn Demîrtaş de jî ji hêla Tirkiyeyê ve bê pêkanîn.

Qanûna ‘têkoşîna li dijî terorê’

Di biryara AKPM’ê de ji Tirkiyeyê tê xwestin ku qanûnên xwe yên ‘têkoşîna li dijî terorê’ li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME)  û DMME’yê sererast bike. Di pêşnûmeyê de tê gotin ku pir zêde serî li xala 299’emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk ku ‘heqareta li dijî serokkomar’ vedibêje, hatiye dayîn. AKPM dixwaze ku ev xal bê betalkirin. AKPM ji dewleta tirk xwest ku xala 301’emîn a ku ‘biçûkxistina gelê tirk, Komara Tirkiyeyê û Sazî û Lijneyên dewletê’ dihewîne, li gorî pêşniyarên Komîsyona Venedîkê sererast bike.

Xwestin ku rêjeya benda hilbijartinê daxînin

AKPM di biryarê de dixwaze ku qanûna hilbijartinê careke din bê nirxandin, benda hilbijartinê bê daxistin, destûr bê dayîn ku AKPM bikare bi parlamenterên girtî re hevdîtinê bike, temamkirina reforma stratejiya edaletê û pêkanîna wê û her wiha dixwaze ku reforma makeqanûnî ya sala 2017’an li gorî Komîsyona Venedîkê bê sererastkirin.

Xala Ocalan lê zêde kirin

Her wiha di biryarê de xala ‘şopandina pêkanîna pêşniyarên Komîteya Pêşîlêgirtina îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya der barê Abdullah Ocalan ên di rapora sala 2018’an de’ hate zêdekirin. Bi pêşniyaznameyek din de jî ji biryara; ‘Ger ku dewleta tirk van şertên di biryarê de hatine destnîşankirin pêk neyîne, li ser bingeha xala 46’emîn a PMME’yê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bê dayîn’ hate zêdekirin. Li gorî vê xalê, dewleteke ku endama PMME’yê ger ku biryara DMME’yê pêk neyîne, maf dide Komîteya Wezîran ku mijarê bibe DMME’yê.

Bertekên tund nîşan dan

Beriya dengdayînê li salonê nîqaşên tund çêbûn. Di rûniştinê de parlamenterê Serokê Koma Yekbûyî ya Çep (GUE) parlamenterê hollandî Tiny Kox ji  AKPM’ê parastina Demîrtaş, Guven û Kurkçu xwest. Li ser navê Koma Xrîstiyanên Demokrat parlamenterê polonî Aleksandar Pociej axivî û got ku der barê demokrasiya li Tirkiyeyê de bi fikarin. Her wiha li ser navê Koma Demokratên Sosyal jî parlamenterê alman Frank Schwabe axivî û da zanîn ku ne tenê HDP, li Tirkiyeyê part û civaka sivîl jî di bin zextê de ye.

Parastina sosret

Li hemberî van axaftinan, li ser navê Tirkiyeyê jî serokê heyeta tirk ê AKPM’ê Akîf Çagatay Kiliç axivî û ev gotinên sosret kirin: “Parlamenterên HDP’ê yên di girtîgehê de ji ber ku ji PKK’ê re nabêjin terorîste û pesnê wan didin, di girtîgehê de ne. HDP nûnera gelê kurd nîne. Partiyeke çepgir a populîste.”

Ji bo Tirkiyeyê pir girîng e

Biryara AKPM’ê ya bi îmzeya palamentera Estonyayê Marîanne Mîkko û parlamenterê îngilîz Nîgel Evans ku raportorên Tirkiyeyê yên AKPM’ê ne, di hêla siyasî de ji bo dewleta tirk a ku di bin venihêrîna AKPM’ê de ye pir girîng e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku AKPM’ê di nîsana sala 2017’an de jî bi hinceta ‘di rewşek wisa de ye ku nikare rêgezên demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqî yên di çarçoveya endamtiya Konseya Ewropayê de pêk bîne’ Tirkiye xistibû venihêrînê.