Wezareta Iraqê êrîşên li ser Başûr şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê gulebarana hêzên artêşa tirk a li ser welatiyên navçeya Şêladizê û bajarê Amêdiyê yên parêzgeha Duhok a Başûrê Kurdistanê, şermezar kirin

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên li ser gelê başûrê Kurdistanê şermezar kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe de xemgîniya xwe ragihan û ev tişt parve kir: “Em xemgîniya xwe der barê kesên ku di encama wan êrîşan de şehîd bûn û ziyanên ku çêbûn de diyar dikin.” Her wiha wezaretê destnêşan kir ku ew ê bang li sefîrê Tirkiyeyê yê li Berxdayê bike û biryarnameyekê der barê bûyeran de bidinê da ku careke din neyên dubarekirin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê destnîşan kir ku ewlehiya welatiyan erka yekemîn a hikûmeta Iraqê ye. Her wiha teqez kir ku Iraq hemû binpêkirinên ewlehiya Iraqê, rêveberiya wê û bikaranîna xaka wan li dijî ewlehî û aramiya dewletên cîran, red dike.

Di encama bûyerên ku duh çêbûn de kesek şehîd bû û gelek kes jî birîndar bûn paşê balafirên şer ên Tikriyeyê bi awayekî pir nizim geriyan û ji ber wê welatî tirsiyan.

Hêjayî bibîrxiye ku ji Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek pêşneketiye û di ser de li gorî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi rêya telefonê Nêçirvan Barzanî ji wezîrê tirk Mevlut Çavuşoglu xemgîniya xwe aniye ziman. Her wiha Barzanî gotiyê dê derbarê mijarê de lêpirsînê bidin destpêkirin. BEXDA