Ji ber hilweşîna bendavê 60 kes mirin

Navenda Nûçeyan

Li Brezîlyayê ji ber hilweşîna bendavekê 60 kes mirin û herî kêm 292 kes jî winda ne

Roja înê li eyaleta Mînas Geraîs a Brezilyayê bendava kana şîrketa Vale ya li Corrego do Feîajo hilweşiya. Ji ber hilweşîna bendavê, bi tonan herî li derdora kanê belav bû.

Li gorî agahiyên rayedaran ji ber hilweşîna bendavê 60 kes mirin û 292 kes jî winda e. Tê payîn ku dê ev bîlanço mezintir bibe.

Her wiha Dadgehên Brezîlyayê jî ji ber xisarên çêbûne dest danî ser 2,33 milyon euroyê şîrketê.

Dikarî Biecibînî