Li Yemenê êrîş: Yek jê rojnameger 7 kes mirin

Li Mokhayê ya li Başûrê Rojavayê Yemenê ye ji ber êrîşeke bi bombeyî yek jê rojnameger 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes birîndar bûn

Li gorî rayedaran bombeyeke ku di motorsikletê de hatibû bicihkirin ji dûr ve hat teqandin. Êrîş li taxeke şên a Mokhayê pêk hat.

Li Mokhayê baregeha leşkerî ya Koalîsyona Ereban jî heye ya bi pêşengiya Erebistana Siûdî piştgiriyê dide hêzên hikûmetê heye.

Mokha ya di destê milîsên Hûsî de bû, di tîrmeha 2017’an de ji aliyê hêzên hikûmetê paşve hatibû standin û ji bo operasyonên li Bakur kiribûn baregeheke leşkerî.

Rayedaran diyar kir ku di êrîşê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 20 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku xebatkarê Abû Dabî TV Zîad El Şarabî jî miriye û di nav birîndaran de rojnamegerek jî heye. SANA