130 DAIŞ’iyan dê bibin Fransayê

Hat diyarkirin 130 DAIŞ’iyên li Rojava girtî ne çend heftiyên din dê bi balafiran bibin Fransayê

Li gorî BFM TV’yê 130 çeteyên li kampên di bin konrola kurdan de girtî ne dê li Fransayê werin darizandin. Hat diyarkirin ku çeteyên  DAIŞ’ê dê bi balafiran bibin. Piştî ew birin Fransayê dê werin darizandin.

Wezîrê Karê Navxweyî Chrîstophe Castaner têkildarî mijarê axivî û wiha got: ”DAIŞ’iyên ku dê bînin Fransayê dê radestî dadmendiyê werin kirin. Heke daraza biryar li ser wan bide ku divê werin girtin, dê werin girtin. Hin jê beriya niha hatin û hatin girtin, em wan nas dikin. Ên ku dê werin jî wê werin girtin.”

Bi sedan DAIŞ’iyên biyanî hene

Yekîneyên bi ser YPG’ê ve heta niha di operasyonên libdijî DAIŞ’ê de yên li bakurê Sûriyeyê nêzî 3 hezar DAIŞ’î hatin girtin û niha li girtîgehên Rojava têne girtin. Her ku operasyon didomin ev hijmar zêdetir dibe. Di nav girtiyan de 800 jê piranî ji welatên rojavayî, 46 welat hene. Rêveberiya Rojava ev demek e bang li DYA, Fransa û Almanyayê dikir ku darizandina DAÎŞ’iyên biyanî bigirin ser xwe. Heta niha Endonezya, Rûsya, Fas û Sûdanê bi fermî ji rêveberiya Rojava welatiyên xwe yên ku YPG’ê ew bi saxî girtine, xwestine. BRUKSEL