Bîlançoya karesata bendava li Brezîlyayê giran dibe

Li Brezîlyayê bendava bermahiyên madenê hilweşiya û rê li ber kerasetekê vekir. Di encama hilweşîna bendavê de 84 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Brezîlyayê ji ber hilweşîna bendava bermahiyên madenê 84 kesan jiyana xwe ji dest da. Servîsên Parastina Sivîl ragihandin ku ji ber karesatê 276 kes winda bûne. Hat ragihandin, hejmara qurbaniyên ku heta niha nasnameya wan aşkera bûye 48 e. Bendava bermahiyên madenê yên şîrketa Vale ya li Corrego do Feîjao ya li eyaleta Mînas Geraîsê roja înê hilweşiya bû û bi milyonan ton herî li dora madenê belav bûbû. Edaleta Brezîlyayê, ji bo di bergîdana zerarên ji ber karesatê çêbûn, dest danî ser 2.33 milyar euroyê şîrketê.

Karesateke din a bi heman rengî sala 2015’an li tesîseke din a şîrketa Samarco Mîneracao ya ser bi koma Vale û BHP’ê rû dabû. Karesat li herêmeke bi 100 kîlometreyî li rojhilatê Brûmadînhoyê rû dabû. BRASÎLİA