Li Cîbûtiyê herî kêm 30 koçber xeniqîn

Navenda Nûçeyan

Ji welatên Rojhilatê Afrîkayê Cibûtiyê 2 keştî noqî avê bûn. Di encamê de herî kêm 30 welatiyan canê xwe ji dest da

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (OIM) da zanîn ku roja sêşemê ji welatên Rojhilatê Arîkayê li Cîbûtîyê, 2 keştî noqî avê bûn. OIM’ê da zanîn ku di encama lêgerînê de heta niha 30 cenaze dîtine.

OIM’ê daxuyand ku tenê 16 kes hatine rizgarkirin û bi dehan kes jî winda ne. Ji bo rizgarkirina koçberên ku winda bûne jî bi hikûmeta Cîbûtiyê re xebateke koordîneyî tê meşandin.

Du keştiyên bar ên ji Godorîayê ku dikeve peravên bakurê Cîbûtî yê ketin rê, piştî 30 deqeyan noqî avê bûn. Li gorî OIM’ê keştî wê ber bi Yemenê bi rê biketa. Têkildarî hejmara kesên di her tu keştiyan heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Ji kesên bibsax filîtîn welatiyekî destnîşan kir ku di keştiyekê de 130 kes hebûn. OIM bi fikar e ku hejmara welatiyên di vê karesatê de canê xwe ji dest dane girantir bibe.

Dikarî Biecibînî