Ji bo danûstandina bi Îranê re rêyên alternatîf

Almanya, Fransa û Brîtanya Mezin ji bo li ambargoya DYE’yê nealiqin û karibin bi Îranê re têkiliyên xwe yên bazirganiyê bidomînin, dê sîstemeke danûstandinê ava bikin

Almanya, Fransa û Brîtanya Mezin ji bo li ambargoya DYE’yê nealiqin û karibin bi Îranê re têkiliyên xwe yên bazirganiyê bidomînin, dê sîstemeke danûstandinê ava bikin.

Li gorî qenala televîzyonê ya alman NDR navê vê sîstema danûstandinê INSTEX (Instrument In Support Of Trade Exchanges) e.

Wezîrên Karên Derve û Aboriyê yên Fransayê di nava hefteyê de ragihandibûn ku saziyeke malî ya serbixwe ya bi vî rengî her gavê dikare were avakirin.

Ewropî ji bo li astengiya pêkanînên Amerîkayê nealiqin bi mehan e li ser bicihanîna mekanîzmaya bi navê ‘Vehicular ad hoc network (VANETs)’ radiwestin ku şêweyekî sîstema ‘barter’ e. Li gorî vê mekanîzmayê, petrol û gaza ji Îranê bê kirîn û xizmet û malên ku Îran ji Yekitiya Ewropayê peyda bike, dê bi hev bên guhertin (trampa).

Trampa ya jî bi navê xwe yê din sîstema ‘barter’ par bi daxuyaniyeke hevpar a Rûsya, Fransa, Çîn, Almanya, Îngilistan, Yekitiya Ewropa û Îranê ve hatibû ragihandin. Li gorî vê sîstemê di bazirganî û danûstandinê de dê pere neyê bikaranîn lê li şûna wê mal bi hev ve bên guhertin. Fîrmayên bi hev re kar dikin wê danûstandinê jî yekser bi hev re nekin, lê ji navenda barterê re bikin.

Rêveberiya DYE’yê piştî ku meha gulanê xwe bi rengekî yekalî ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişand, ji nû ve ambargo li ser Îranê ferz kir. BRUKSEL