Nerazîbûna Rûsyayê li dijî çeteyên Tirkiyeyê zêde dibe

 Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova di civîna çapemeniyê de ragihand ku Moskov ditirse ku li Idlibê terorîst çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar bînin

Berdeva Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova di civîna çapemeniyê ya li ser rewşa çeteyên li Idlibê axivî. Zaxarova metirsiyên xwe anî ziman û wiha got: “Tiştê ku metirsiyê çêdike, raporên der barê hewldanên terorê de ne ku çekên kîmyewî li dijî sivîlên li Sûriyeyê bi kar bînin. Li gorî agahiyên li gel me heyî, komeke ji çeteyên bi navê rêxistina mirovî “El-Xûz El-Beydaa” hin nexweşxaneyên li Idlibê bi alavên ku wan rewşan lêkolîn dikin, tije kirine.”

Marîa Zaxarova nerazîbûna Rûsyayê der barê rewşa Idlibê de aşkera kir û ev tişt anî ziman: “Tevliheviyên li herêma bê çek ranawestin û çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam ku li wir dimînin, rojane herêmên sivîl lê hene bombebaran dikin û hêzên xwe li nêzî xeta bi hêzên Sûriyeyê re zêde dikin.”

Di demên dawîn de daxuyaniyên berpirsên rûs û nerazîbûna wan a der barê paşguhkirina hikûmeta Erdogan de di pêkanîna îtifaqa Idlibê û kontorlkirina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusraya berê) de li ser herêmê, zêde bûne.

Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov beriya demekê wiha gotibû: “Li Idlibê hîn jî çavkaniya terorê heye û ev rastiyek e.”

Bajarê Idlibê bûye pelika zextê ya Rûsyayê li ser Tirkiyeyê û bi taybetî Tirkiye şaşiyeke mezin kir û hişt çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku di lîsteya terorê de ye, hemû herêma bakurê rojava yê Sûriyeyê kontrol bikin. MOSKOV