Li gorî Rubin alternatîfên li pêşiya Erdogan

Navenda Nûçeyan

Ji rayedarên Pentagonê yên berê Michael Rubin der barê Erdogan de nivîseke balkêş weşand. Rubîn dibêje ku pêşeroja Erdogan gelek baş xuya nake û li pêşiya Erdogan sirgûn, girtin an jî înfaz heye

Ji rayedarên Pentagonê yên berê Michael Rubin di malpera Washîngton Examiner de nivîseke balkêş weşand. Di nivîsa xwe de Rubin bal kişand ser rejîma Tirkiyeyê û serokkomarê dewleta tirk Recep Tayyîp Erdogan. Rubin got ku li ser rejîma Erdogan, nîqaşên bingehîn nayên kirin.

Rubin dibêje ku girtîgehên Tirkiyeyê bi hêzên muxalîf tije bûye û Tirkiye ji bo rojnamegeran veguheriye mezintirîn girtîgeha li cîhanê. Rubin diyar dike ku gelek tirkên ku reviyane DYA û Ewropayê, tirs û paranoya li Tirkiyeyê vedibêjin. Rubin di berdewamê de jî wiha dibêje: “Dibe ku dîktator di serî de desthilatdariya xwe teqez bibînin. Lê her sibeha ku şiyar dibin, wê rojê weke roja xwe ya dawîn dibînin.”

Merasîma cenaze ya fermî

Rubin piştre jî pirsa; ‘gelo peywira Erdogan dikare çawa bi dawî bibe?’ dike û wiha berdewam dike: “Yek ji van îhtîmalan, merasîmeke fermî ya cenaze ye. Ev tercîha Erdogan e. Erdogan ê ku ji xizaniyê hat, bû xwediyê milyar dolaran. Ditirse ku dema ji desthilatdariyê ket, vê serweta xwe winda bike. Li derdora kurên xwe Ahmet û Bîlal û zavayê xwe Berat Albayrak, milyar dolar kom kirine. Encamên hewldanên serokê dewletê yê Misrê yê berê Husnî Mubarek ku dixwest kurê xwe bîne ser desthilatdariyê diyar in.”

Alternatîfa sirgûnê

Di nivîsê de Rubin weke îhtîmaleke din jî sirgûnê destnîşan dike. Rubin dibêje; ‘sedema paranoya Erdogan tê wateya ku xwe di ewlehiyê de hîs nake’ û wiha pê de çû: “Tirkiye mîna qûşxaneya bipîpik û  hêzên leşkerî jî devikê wê ne. Her girtinek, destdanînek, tasfiyeyek û rawestîna aboriyê vê fişarê zêde dike. Teqîna wê li ser gavê ye. Ger ku gelê tirk rabe ser pêyan gelo Erdogan dê çi bike? Alternatîfa wî ya herî baş, sirgûn e. Tevgerînên dewletparêz ên Erdogan dibe ku alternatîfên wî rewa bikin. Hembêzkirina Birayên Misilman a Erdogan tê wê wateyê ku Erebistana Siûdî li ser masê nîne. Rûsya jî bahîseke baş nîne. Putîn, Erdogan weke amûrekê bi kar tîne  û dema ku karê wî xelas bû dê mîna pisîka bi mişk dilîze, dev jê berde. Rejîma Maduro jî gelek temen dirêj xuya nabe. Di vê rewşê de tenê Qatar û Azerbaycan dimînin.” Ger ku Erdogan vê alternatîfê bifikire, divê beriya ku kesê dê şûna wî digire yan jî dijminên wî yên civaka navneteweyî ku hejmara wan pir in hesabên wî bicemidînin, dikare gayrî-menkulan yek an jî ji yên din bikire.”

Rêya din jî girtin e

Di berdewamê de jî Rubin bal dikişîne ser alternatîfa girtinê û ev tişt destnîşan kir: “Dîktator, dema ku girse berê xwe didin wan jî wisa difikirin ku dê desthilatiya xwe biparêzin. Serokê Sirbistanê yê berê Slobodan Mîlosevîç di girtîgehê de mir. Serokê Iraqê yê berê Saddam Huseyîn jî sirgûna luks a Dubaiyê red kir û rojekê zêdetir di qesra xwe de ma. Dema ku tankên Amerîkayê nêzî Bexdayê bûn, xwe veşart û di çalekê de hate dîtin. Heta ku nefesa xwe ya dawî jî di girtîgehê de ma. Ger ku hêrsa gel biteqe û guhertina rejîmê li ser Tirkiyeyê ferz bibe, ji bo sûcdarkirina Erdogan dozger xwedî gelek tercîhan e. Ji dema serokweziriyê heta serokatiya şaredariya Stenbolê gelek dosyayên nêlirêtiyê yên di rêzê de hene. Tu bersiveke vê dewlemendiya berfireh nîne. Belgeyên berê van nêlirêtiyan bihêztir dikin. Rûxandina bajarên kurdan ên weke Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Şirnexê jî îhtîmaleke mezin e ku dê bikeve çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê. Bi kurtasî ger ku Erdogan di nava aloziya heyî de dirêj bimîne, dibe ku bi dehan salan di girtîgehê de bimîne. Dibe ku hêj xerabtir be.”

‘Pêşeroja Erdogan tarî ye’

Rubin nivîsa xwe wiha bi dawî dike: “Îhtîmala înfazê jî heye. Erdogan dê nebe rêveberê tirk ê destpêkê yê hatiye girtin an jî înfazkirin. Menderes yek ji van mînakan e. Înfaza Menderes li Tirkiyeyê bandoreke girîng kir. Di  heman demê de bû mînak. Li cihê ku Menderes bêguneh, Erdogan di gelek bûyeran de sûcdar e. Her çiqas Menderes di hinek hêlan de şehîd be jî, ji bo kesên ku tev li sûcên paqijiya etnîkî, sûcên şer, parastina terorîzmê û nêlirêtiyeke mezin gelek mînak hene. Dibe ku hinek kes bertekên neyînî nîşanî senaryoyên li dijî daxwazên rejîmê bidin. Lê rastî bi awayekî ku aciz dike bi fantaziyê re dikeve nava hev. Dema ku mirov li poşt asoya Erdogan dinihêre, pêşeroja wî tarî ye. Biçûkxistin û edalet, dikare di her kêliyê de luks û destilatdariya ku Erdogan û malbata wî jê xerîb nînin, biguherîne.”