Moskov peymana nukleerê ya bi DYA’yê re betal dike

Nakokî û hesabên li ser berjewendiyên di navbera Rûsya û DYA’yê de bi dawî nabin. Li gorî agahiyên ku derketine holê Qesra Kremlînê ragihand ku serokê Rûsyayê Pûtîn dê peymana nukleerê ya bi DYA’yê re îmze kiribû, betal bike

Ajansa Spûtnîkê li ser devê çavkaniyên ji Kremlînê ragihand ku serokê Rûsyayê Pûtîn dê peymana nukleerî ya ku sala 1987`an bi DYA’yê re îmze kiribû, betal bike. Li gorî çavkaniyên ji koşka Kremlînê ya Rûsyayê, Pûtîn gotiye ku heke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara betalkirina peymana nukleerê bide, dê Rûsya jî bersivê bide. Li gorî nûçeya Spûtnîkê, Pûtîn wiha got: “Washingtonê peymana nukleerî binpê kir.”

Rojnameya The New York Tîmes a DYA’yê li ser zimanê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê  Mike Pompeo ragihand ku ger Rûsya binpêkirinên der barê nukleerê de ranewestîne, dê welatî wî piştî 6 mehan xwe ji peymana nukleerê vekişîne. Lê ger Moskov li gorî peymanê tevbigere, dê DYA biryara vekişandina ji peymanê careke din di ber çavan re derbas bike. MOSKOV