‘Tirkiye bi piştgiriya NATO’yê dixwaze kurdan tune bike’

Navenda Nûçeyan

Profesor David Graeber di gotara xwe de diyar kir ku Tirkiye bi piştgiriya NATO’yê hewl dide mîna Efrînê tevahiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û hêza kurdan a demokratîk têk bibe

Profesor David Graeber ku bi piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava tê nasîn, ji rojnameya The Guardîanê re gotarek nivîsand. Graeber di gotara xwe de bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide mîna Efrînê tevahiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Graeber da zanîn ku Tirkiye vê yekê bi endamtî û piştgiriya NATO’yê pêk tîne.

Graeber ku di piraniya gotara xwe de vê mijarê dinirxîne di dawiya gotarê de bal dikişîne ser alternatîfa li dijî vê yekê û destnîşan dike ku hêzên navneteweyî dikarin gefên Tirkiyeyê yên bi piştgiriya NATO’yê yên li dijî kurdan ji holê bên rakirin. Graeber xwest ku bî awayekî lezgîn mudaxaleyî rewşê bê kirin.

Helîkopterên îngilîz û tangên alman

Tevahiya gotara Profesor David Graeber a têkildarî mijarê wîha ye;

Tirkiye kurdan wek dijminê xwe yê kujende dibîne. Helîkopterên îngilîz û tangên alman bi kar tîne. Ev hêrseke navneteweyî ye.

Hêzên kurd ên ku li Sûriyeyê bajarê Kobanê bi awayekî qehremanî ji DAIŞ’ê parastin, tên bîra kê? Rîska tunekirina wan a ji aliyê NATO’yê ve heye.

Li herêma xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku Kobanê jî di nav de ye hêzên kurd bi rîska dagirkirinê re rûbirû ne. Artêşeke NATO’yê bikaranîna hêza xwe ya leşkerî ya herî pêşketî û teknolojiya bilind a leşkerî li ser sînor kom dibe. Serfermandarê vê artêşê angaşt dike ku Rojava ne aîdî kurdan e û dixwaze ku herêmê radestî ereban bike.

Bihara borî ev lîder ji bo Efrînê jî daxuyaniyên bi heman rengî dabû. Piştî vê yekê bikaranîna helîkopterên îngilîz û tangên alman û bi piştgiriya bi hezaran îslamîstên radîkal Efrînê dagir kiribû. Li gorî ajansên nûçeyan ên kurd ji ber vê dagirkerinê zêdetirî 100 hezar kurdên sivîl ji Efrînê hatine koçberkirin. Bi awayekî sîstematîk weke amûreke terorê sûcê tecawiz, îskence û cînayetê li Efrînê pêk hatin. Îro jî vê saltanata terorê didome. Fermandarê NATO’yê dixwaze van tiştên aniye serê Efrînê bîne serê tevahiya Sûriyeyê.

Ez qala dîktatorê li Tirkiyeyê ango serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dikim. Lê destnîşankirina van ya hêzên NATO’yê jî girîng e. Ji bo van hêzên NATO’yê tenê nayê wateya kirîna çekên teknolojiya dawîn. Di heman demê de tê wateya parastina wan a ji aliyê endamên NATO’yê ve jî.

Balafirên şer, helîkopterên çalak, panzêrên alman ên ku di şer de hatin bikaranîn di dema şer de zû xera dibin. Ji ber vê yekê divê her tim bên vekolandin, parastin, temîrkirin û guhertin. Pêwistî bi parçeyên hilgirtî (yedek) tê dîtin.  Van pêwîstiyan ji aliyê şîrketên amerîkan, îngilîz, alman û îtalî ve tên bersivandin. Sûda leşkerên tirk ên ku dixwazin Kobanê tune bikin bi temamî girêdayî van e.

Sedema vê yekê jî li gel sûda teknolojîk, ketina girtîgehê ya pîlot û efserên herî baş ên artêşê yên piştî têkçûna helwdana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an e. Niha li Tirkiyeyê fermandar li şûna tekûziya xwe bi nêrîna xwe ya siyasî tên hilbijartin. Hêzên kurd ên Rojava bi tevahî xwedî tecrûbe ne.

Di rewşeke wiha de şerekî adilane tê wateya xwegihandina çekên antî-tank û antî-hewa. Lê rêveberiya Trump soz dabû Tirkiyeyê ku dê destûr nede kurd bibin xwediyê van çekan. Her çiqas hêzên ku li dijî DAIŞ’ê bi yekineyên Amerîka û Îngilistanê re xebitîbin jî nikarin çekên ji bo parastina êrîşên hewayî bigirin. Lê piştî vekişînê van hêzan nikarin xwe li dijî çekên ku Amerîka û Îngilistanê dane Tirkiyeyê biparêzin.

Çapemeniya rojavayî Tirkiyeyê wek cihê bombekirina bajarên rojhilatê başûr ên sala 2015’an, êrîşên gundên Iraqê û qirkirina etnîkî ya li Efrînê dibîne. Her wiha bi heman rengî wek cihê avêtina girtîgehê ya bi dehhezaran akademîsyen, rojnameger, siyasetmedar û parlamenteran dibîne. Dema kesek li dijî Erdogan derdikeve li rêya avêtina wî ya girtîgehê digerin. Li gel van pêkanînên xwe jî Erdogan dikare welatên Ewropayê bi têkçûna ewlehiyê tehdît bike.

Lê belê Tirkiye welatekî heydût e. Tirkiye endamekî NATO’yê ye û artêşa wê milê rojhilatê Ewropayê diparêze. Ji bo herikandina penaberan rawestîne divê bi çekên makîneyî êrîşî penaberan bike. Xizmeteke wiha bi milyon dolaran pêşkêşî NATO’ye dikin.

Sedema van hemû tiştan jî endambûna Tirkiyeyê ya NATO’yê ye. Gerîlayên PKK’ê ku ji salên 1990’î ve ji bo xweseriyê têdikoşin, di sala 2004’an de ketin lîsteya ‘terorê’. Divê em baldarbin ku ev tayînkirina terorê bi tevahî di nav endamên NATO’yê de derbasdar e. PKK ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Çîn, Hindistan, Swîsreyê ve wek rêxistina terorê nayê dîtin.

Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye divê bi awayekî micid ji çapemeniya rojava re angaşt bike ku tecrubeya demokratîk û femînîst a Rojava ji bo wê ‘terorîzm’ e

Li gel ku Tirkiye bi binpêkirina hemû qanûnên navneteweyî Efrînê dagir kir jî hêzên rojavayî vê yekê paşguh kirin û piştgirî dan Tirkiyeyê. Li Efrînê hem qirkirina etnîkî pêk hat hem jî tecrubeya demokratîk û femînîst ji holê hat rakirin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye û parastina sînorên Ewropayê dike. Di heman demê de angaşt dike ku herêma dagir kiriye dê ji bo rehabilîtebûna malbatên îslamîstên radîkal ên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin bi kar bîne.

Tirkiye hevkarê DAIŞ’ê ye

Li gel ku di çapameniya rojava de bi dehan delîlên ku Tirkiye hevkarê DAIŞ’ê ye hene jî îro hê jî Tirkiye dikare xwe wek dijminê DAIŞ’ê nîşan dide. Êrîşên wê yên li dijî DAIŞ’ê jî piranî ji bertîla ku ji bo derbasbûna wan alî xwe daye fermanê DAIŞ’ê pêk tên.

Wek encam em bi rewşeke ku cîhadîstên EL Qaîde û DAIŞ’ê ji bo şerê li dijî YPG’ê leşkerên pereyî yên Erdogan re rû bi rû ne. Her wiha fermandarên mîna fermandarê DAIŞ’ê Seyf Ebû Bekir ku li dijî qlûba şevê ya Parîsê ya navdar komkujî pêk anî jî îro di nav Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de bûne fermandar. Ebû Bekir li ser navê xwe ji bo ku mudaxaleyî planên tunekirina neyarên xwe yên kurd neke Fransayê hişyar kir.

Her çiqas fêmkirina vê yekê zehmet be jî kesên mîna me ku xwe weke antî-emperyalîst dibînin jî di nav de gelek kes weke xebitandina ‘împaratoriyê’ ji bîr kiribin tên dîtin. Împaratoriya îngilîzan jî yekineyên îngilîz tim nedişand şer. Hêzên NATO’yê ji bo firîna balafir û ajotina tangên NATO’yê û gulereşandina penaberan hezên mutefîkên xwe yên fermî bi çek dikin û ew diparêzin. Di heman demê de Tirkiye milîtanên  EL Qaîde û DAIŞ’ê ji bo karên xwe yên qirêj bi kar tînin. Ev yek dişibe bikaranîna Romayê ya Alaric û bikaranîna Amerîkayê ya Ûsame Bîn Ladîn. Em dizanin ku ev yek çiqas baş dixebite.

Divê şertên şer wekhev bin

Alternatîfên cuda hene. Hêzên navneteweyî dikarin amborgoya fiîlî ya NATO’yê ya li ser hêzên ku DAIŞ’ê têk birine û wan diparêzin rakin. Ji derveyî Amerîka bi bangên Fransa û Rûsyayê yên ji bo ‘herêma ji firîne re qedexe’ dikare şertên wekhev ên şer ji bo YPG-YPJ’ê bên avakirin. Heke sûdê teknolojiyê yê artêşa tirk bêbandor bibe dikarin artêşa tirk bi temamî bidin şerkirin.

Divê di demeke dirêj de vîzyona hikûmeta tirk a têkildarî kuştina mirovan a ji bo tunekirina jiyanê ji bo bertekên li dijî wê û vegera wê ya maseya aştiyê jê re bê nîşandan. Her wiha modela xwerêveberiya Rojava ya ji bo çareseriya şer û pevçûnan jî dikare ji Sûriyeyê re bê gotin.

Lê ji bo rîska ku niha kurdên Rojava pê re rû bi rû ne pêwîst e ku mudaxeleyeke lezgîn bê kirin. Her roja ku diçe ew rewş mirov ditirsîne. Di demeke nêz de pêkan e ku NATO qirqirineke nijadkuj a herî xerab a sedsala 21’emîn pêk bîne.

Dikarî Biecibînî