Li Amerîkayê balafir ket; 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan

Li Amerîkayê balafirek bi tîpa Cessna 414 bi ser du malan ket û di bûyerê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da

Li herêma Yorba Linda ya girêdayî Eyaleta Kaliforniyaya Amerîkayê balafirek bi tîpa Cessna 414, piştî rabûna xwe ya ji balafirgeha bajarê Fullerton bi ser du xaniyan de ket. Di ketina balafirê de pîlot û 4 kesên li mal jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Piştî ketina balafirê gelek ambulans û agirkuj çûn cihê bûyerê.