Tîmsah daketin bajêr

Li bakur rojhilatê Awustralyayê ji ber barana zêde, li her derê lehî rabû. Ji ber rabûna lehiyê jî hem avê da ser hemû kolanan û hem jî tîmsah daketin nav bajaran

Li eyaleta Queenslandê ji ber barana zêde, li her derê lehî rabû. Ji ber ku av bilind bû, gelek kes çûn ser banên malên xwe û li benda alîkariyê man.

Li bakurê tropîka ê welêt, ev çend roj in gelek baran dibare. Bajarê Townsville di bin avê de maye û tîmsah daketine kolanan.

Serokwezîrê eyaleta Queenslandê, Annastacia Palaszczuk wiha got: “Barana evqas zêde, 100 salan carekê dibare.” Buroya meterolojiyê ya Awustralyayê roja Yekşemê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku barana zêde û bahoz dê bidomin.

Buroyê diyar kir ku heke baran wisa bidome, av wê bide ser qederê 20 hezar malan. Li herêmê her sal qederê 2 hezar mîlîmetreyê baran serê metreyeke bi çarçik dibare. Lê hate diyarkirin ku li hin bajaran, ev qas baran wê di nav çend rojan bibare. TOWNSWILLE

Dikarî Biecibînî