Rûsya moşekên nû çêdike

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku dê heta nîvê sala 2021’an moşekên nû yên bi menzîla navekî çêbikin

Serokdewletê DYAyê Donald Trûmp hefta bihurî bi daxuyaniyekê ragihand ku di nav 6 mehan de ew ê ji peymana Hêzên Nukleer ên Menzîla Nîvekî (INF) sala 1987’an ku di navbeyna du aliyan de hatibû danîn û çarçoveya wê ew bû ku her du alî jî dê moşekên geştê û balistîk yên bi menzîla 500 û 5.500 km îmha bikin, xwe bidin alî.

Li gorî Washîngtonê Rûsya bi çêkirina moşeka bi navê Rûsya Novator 9M729 peymana INF’ê binpê kiriye.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî bi Trûmp re heman rojê daxuyanî da û got ku Moskov divêtiyên ji ber peymana INF’ê anîne cih.

Li gorî ajansa RIA’yê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku Rûsya divê menzîla moşekên ku ji bejahiyê têne avêtin zêde bike û wiha dê moşek di serî de hedefên li Ewropayê bigihin hedefên ji sînoran wêdetir.

Şoygu da zanîn ku Wezareta Parastinê ferman daye ku moşekên geştê yên nû ku ji bejahiyê tê firandin û moşeka hîpersonîk heta 2021’an bila were rewşeke operasyonel.

Her wiha Şoygu havîna bihurî gotibû ku Rûsya di nêz de dê mertalên moşekan ên DYA’yê li pey xwe bihêle û bibe xwedî kapasîteyeke wiha ku bikaribe li hedefeke li devereke cîhanê bixe. MOSKOV