Ji bo kurdên li Sûriyeyê herêma ewle

Di meha kanûna 2018’an de DYA’yê aşkera kiribû ku dê leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Piştî vê biryarê Wezîrê Parastinên Jim Mattis û Brett Mcgurk bi îstifakirinê bertek nîşanî vê biryarê dabûn û destnîşan kiribûn ku di têkoşîna li dijî cîhadîstan ên ku herî bi bandor şer kirin û hêza herî pê ewle  kurd in, terk kirina mutefîqekekî wiha hem di warê stratejîk de xetere ye, hem jî di warê exlaqî de nayê qebûlkirin. Piştre serokkomarê Fransayê Macron bertek nîşanî vê biryara Trump da û aşkera kiribû ku pêwîst e mutefîqê mirov ewle be û jê xwestibû ku tu carî ji bîra neke ku ew deyndarên HSD’ê ne.

Piştî biryara vekişîna Trump destnîşan kiribû ku dê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de heremeke ewle ava bike. Ev daxuyaniya Trump gelekî bi hesabê Tirkiyeyê hatibû. Lê belê di heman demê de jî li Trump li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku heke Tirkiye êrîşî kurdan bike dê di warê aboriyê de Tirkiyeyê têk bibin û wê perîşan bikin. Ev biryara vekişînê hêj di rojevê de ye, li ser nîqaş tên meşandin. Di heman demê çapemaniya cihanê jî vê mijarê ji nêz ve dişopîne.

Yek ji rojnamegerê navdar Akîl Marceau ku Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne li ser vê mijarê di rojnameya The Jeruselam Post  bi sernavê “Ji bo kurdên li Sûriyeyê herêma ewle- Di têkoşîna li dijî terorê mutefîkê rojava” nivîsek nivîsî.

Akîl Marceau di nivîsa xwe ya rojnmeya The Jeruselam Postê de li ser mijara vekişîna DYA’ê ya ji Sûriyeyê radiweste. Marceau destnîşan dike piştî ku DYA’yê ev biryar girtiye ji derveyî herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê de bi sedan kîlomotreyî dûrî wan du êrîşên xwekuj pêk hatine, zirarek dane yekîneyên DYA’yê û ev jî dide xuyakirin ku hêj şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê yên ku dikarin êrîşan pêk bîne, hene. Marceau her wiha balê dikişîne ser rewşa Idlibê û tîne ziman ku Idlib herêmeke bi qasî mezinahiya Lubnanê ye, di bin venêheriya Hayat Tahrîr-î Şam (HTŞ) ku El Kaîdeyî ne de ye û ji 10’ê çileyê ve ye di bin navê ‘Hikûmet Rizgariya Netweyî’ de bi zêrê bacê ji gel berhev dike û dixwaze xwe qanûnî bike. Marceau, DAIŞ’ê wekî virusekê pênase dike û dibêje xwe bi komên cîhatîst ên cuda bi guhertina nav xwe nû dike.

Marceau bi bîr dixe ku çeteyên DAIŞ’ê piştî biryara serokê DYA’yê yê berê Barack Obama a ku dê xwe ji Iraqê vekişandana ya 2014’an derketiye holê û di berdwamî balê dikişîne ser israra Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan a li ser biryara Trump ku dixwaze derbasî Rojhilatê Firatê bibe ku ew der herêma kurdan e. Marceau tîne ziman ku di bin vê israra Erdogan de tunekirina kurdan heye. Marceau vê biryara DYA’yê bi mînakên nepêkan, bi nakok û xeternak nîşan dide û dibêje biryareke wiha tê wateya ku tu Îsraîlê emanetî Îran û Hizbilahê bike, yan jî di şerê bazirganiya di navbera DYA û Çînê de tu parastina berjewendiyên DYA’yê radestî Çînê bike ye.

Marceau di berdewama nivîsa xwe de li ser kiryarên AKP’ê radiweste. Marceau destnîşan dike ku ne Erdogan û ne jî partiya wî AKP ji bo demokratîkbûnekê tu carî hewl nedaye. Marceau diyar dike ku  ew rejîma otorîter a ku her diçe mezin dibe piştî hewldana darberbeya ku bi ser neket a di sala 2016’an de li Tirkiyeyê zêdetirî 50 hezar karmend, akademîsyen, siyasetmedar û ji gelek beşên civakê hatine darizandin û zêdetirî 15 hezar ji wan hatine girtin. Marceau tîne ziman ku lîterên partiyeke mîna HDP’ê û wekîlên wê xistine girtîgehan û qeyûm tayînî ser şaredariyên wan kirin. Marceau her wiha destnîşan dike ku Tirkiye girtîgehek herî mezin a ku rojnameger lê girtî ne û di berdewamî dibêje AKP partiyeke li dijî pir cureyî, li dijî kêmaran e û tehamulî demokrasiyê nake.

Marceau destnîşan dike ku wekî kurdên li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ya li Iraqê kurdên li Rojava û bakurê Sûriyeyê jî ji bo kêmarên etnîkî û yên olî bûye stargehek. Marceau diyar dike ku kurd, asûrî, keldanî, ermen û ereb li herêmê bi awayekî demokratîk bi hev re dijîn û xwe bi xwe bi rê ve dibin. Marceau destnîşan dike ku di êrşeke ku Tirkiyeyê bike de dê ew gelên herêmê têkevin bin xeterî û rîskeke mezin e. Marceau tîne ziman ku ji bo kurdên li Sûriyeyê modela herî guncav a ku DYA, Fransa û Îngilistan di sala 1991’an de di 1’emîn Şerê Kendavê de ji bo parastina kurdên li Iraqê “Herêma ji balafiran re qedexe” pêk anîbûn, ji bo kurdên li Sûriyeyê jî ev îdial e. Marceau di berdewamî dibêje kurd demeke dirêj e bi rêbazê xweparastinê di dîrokê de li ber xwe didin, li hemberî rejîmên otorîter her li ber xwe dane, heke ji hewayî bi balafiran rastî êrîşan neyên xwe ispat kirine ku dikarin xwe biparêzin. Marceau tîne ziman ku civaka navneteweyî de desteka ji bo mutefîqekî li dijî terorê şer dike dê ne zêde be, jixwe li bajarên kurdan wekî şerê cîhanê lê pêk hatibe, hatin hilweşandin û bedelên gelekî mezin dane.

Di dawiya nivîsa xwe de jî Marceau destnîşan dike ku ew ûsûrên ku bûne sedema şerê Sûriyeyê hemû jî hêj li cihê xwe ne. Marceau diyar dike ku wekî ku nîv milyon kesî jiyana xwe ji dest nedabe, wekî ku 10 milyon mirov ji cih û warê xwe koçber nebûbin û milyonek koçber neçûbin Ewropayê heke li dijî terorîzmê  di asta kurewî de ev pêvajo neyê birêvebirin dê pêvajoyên piştî vê jî dê qeyranên hêj mezin bi xwe re bîne û dê ev yek jî bersûciyekê bi xwe re bîne.

Dikarî Biecibînî