Keştiya ‘Alan Kurdî’ dê li Derya Spî penaberan rizgar bike!

Rêxistina alîkariyê Sea-Eye ku navenda wê li Almanyayê ye, navê keştiya xwe ya ku li Derya Spî penaberan rizgar dike, diguherîne û dike ‘Alan Kurdî’.

Alan Kurdî zarokekî ji rojavayê Kurdistanê bû. Ji ber şerê li Sûriyeyê tevî malbata xwe bûn penaber û ketin ser rêyan. Di îlona 2015’an de dema ku malbata wî dixwest derbasî Eweropayê bibe li navçeya Bodrum a Mûglayê keştiya ku têdebûn noqî avê bû. Cenazeyê zarokê bi çûk Alan Kurdî bi pêlên behrê xwe li peravê dabû. Dema ku cenazeyê Alanê biçûk hat dîtin ew wêne û dîmenê wî dilê mirovan dişewitand û di wê meha îlana 2015’an de bibû sembola penaberan. Trajediya penaberan demeke dirêj bi wêneyê Alan Kurdî yê 3 salî hatibû vegotin.

Navê ‘Alan Kurdî’ wê li keştiya alîkariyê bê kirin ku li Derya Spî penaberan rizgar dike. Saziya alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ku navenda wê li bajarê Regensbûrg ê Almanyayê ye, navê keştiya xwe ya bi navê “Professor Albrecht Penck” diguherîne û wê bike “Alan Kurdî”. Rayedarê Sea-Eye Gorden Îsler li ser guhertina nav daxuyaniyek da û ev tişt ragihand: “Bi guhertina navê keştiyê re, em dixwazin balê bikişînin ser wê yekê ku cewhera meseleya pêla penaberan, mirov e. Di bingeha vê meseleyê de mirovên li Derya Spî dixeniqin û êşa giran a xizmên wan heye.”

Abdullah Kurdî bavê Alan Kurdî jî diyar kir ku ew kêfxweş e ku keştiya li Derya Spî mirovan rizgar dike bi navê “Alan Kurdî” kar bike. Bav Kurdî da zanîn ku êşa ew dikişînin, bi hezaran dayik-bav, malbat dikişînin û diyar kir ku divê navê Alan Kurdî neyê jibîrkirin.

Merasîma navlêkirinê dê li bendergeya Palma de Mallorca ya Spanyayê pêk were û bavê Alan Kurdî Abdullah Kurdî jî dê tevli bibe. Malbata Kurdî ya ji Kobanê di îlona 2015’an bi botê berê xwe dabû girava Kos a Yewnanistanê. Lê belê bota li ser bûn piştî demekê noqî avê bûbû û tevî Alan Kurdî, birayê wî Galîp, dayika wî Rehan û 9 koçberên li ser botê jiyana xwe ji dest dabûn. REGENSBÛRG